Li Wanê mirina bi gûman a jînekê

  • 11:56 22 Tebax 2025
  • Rojane
WAN – Jinekê li Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku jina jiyana xwe ji dest daye întîhar kiriye.
 
Dilek Aslan di 20'ê Tebaxê de li taxa Xaçort  a Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.  Hat îdakirin ku Dîlek Aslan întîhar kîriye. Derbarê lêpirsîna bûyerê de tu agahî nehatine wergirtin.
 
Di vê navberê de, Platforma Jinan a Wanê dê îro saet di 13:00'an de serdana cihê şînê   ya li mala Dilek Aslan a li taxa Xaçortê bike.