
Ji bo tevlibûna mîtînga li Wanê bang
- 15:01 22 Tebax 2025
- Rojane
WAN – Jinan, banga beşdarbûna mîtînga ku dê li Wanê bi dirûşma "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" were lidarxistin kirin, diyar kirin ku ew ê li kolanan amade bin da ku civakek demokratîk ava bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî), amadekariyên mîtînga ku dê sibê (23' yê Tebaxê) li Parka Musa Anter a Wanê bi dirûşma "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" were lidarxistin, didomin. Jinan, bang li raya giştî, bi taybetî jinan, kirin ku beşdarî mîtîngê bibin û diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û bal kişandin ser girîngiya beşdarbûna raya giştî ji bo bidestxistina aştiyek bi rûmet û şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a berdewam.
'Jin pêşengên aştiyê ne'
Hevseroka Bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt diyar kir ku gelê Kurd sedsalek e bi polîtîkayên îmha û înkarê re rû bi rû ye û diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîneke mezin a 50 salan hebûna xwe nîşanî cîhanê daye. Gulşen Kurt, tekez kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê bangeke dîrokî bû û anî ziman ku ev bang li seranserê cîhanê deng veda û hat hembêzkirin. Gulşen Kurt got, "Bi vê bangê re pêvajoyek nû dest pê kir. Wekî WAN, me di vê pêvajoya aştiyê de zêdetirî 120 civîn plan kirin. Me heştê ji van civînan jî li dar xistin. Em bi gelê xwe re civiyan da ku li ser vê pêvajoyê nîqaş bikin, pêşniyar û nirxandinên wan li ber çavan girtin. Berî her tiştî, em tekez bikin ku gelê me pêvajoya aştiyê hembêz dike û ev hembêzkirin herî zêde ji aliyê dayikan ve pêk tê. Wê jin ji pêvajoyê re pêşengiyê bikin."
'Em bang li her kesî dikin, ji 7 heta 70 salî ku beşdarî mîtîngê bibin'
Gulşen Kurt bang li gel kir ku beşdarî mîtîngê bibin ku dê sibê, 23'yê Tebaxê, bi dirûşma "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" were lidarxistin û ev tişt got: "Em ê sibê saet 5:00'ê êvarê li Parka Musa Anter a Wanê bi dirûşma "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" mîtîngekê li dar bixin. Em daxwaz dikin ku jin, dayik, ciwan û her kes, ji 7 heta 70 salî, beşdarî vê mîtîngê bibin da ku aştî, azadî û demokrasî zûtirîn demê were vî welatî û dengê aştî û azadiyê bilind bikin. Bila hemû werin, em bi hev re dengê aştiyê li meydanê bilind bikin. Werin em hemû têkoşîna xwe bidomînin da ku aştiyeke bi rûmet zûtirîn demê bînin vî welatî."
'Em ê sibê ji bo avakirina civateke demokratîk li kolanlar bin'
Endama Meclîsa Saredariya Elbakê Hevîdar Bayer diyar kir ku ji banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê vir ve gelek pêşketin hene û diyar dirt ku gavên dîrokî yên ku ji hêla din ve hatine avêtin û avakirina komîteyek parlementoyê pêşketinên girîng in, lê dewletê heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Hevidar Bayer Tekez kir ku tevî van pêşketinan jî, tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike Û got, "Em ê sibê ji bo avakirina civatek demokratîk û şikandina tecrîdê mîtîngê li dar bixin û em bang li her kesî dikin ku tevli mîtîngê bibin."
'Em tecrîdê qebûl nakin'
Seroka Bajarê Wanê ya DEM Partiyê Gozel Erdemlî jî diyar kir ku mîtînga sibê ji bo aştî û azadiyê girîng e û daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anî ziman.Gozeş Erdemlî diyar kir ku gel şer naxwaze û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî û got, "Em tecrîdê qebûl nakin; em dixwazin ew were şikandin. Em aştî dixwazin, em mafên xwe dixwazin. Mîtînga ku em ê li dar bixin dê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo avakirina aştiyê be. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga sibê saet 5:00 êvarê. Ev mîtîng pir girîng e û em dixwazin gelê me piştgiriyê bide mê."