Li Wanê mirina bi gûman a jînekê 2025-08-22 11:56:54   WAN – Jinekê li Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku jina jiyana xwe ji dest daye întîhar kiriye.   Dilek Aslan di 20'ê Tebaxê de li taxa Xaçort  a Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da.  Hat îdakirin ku Dîlek Aslan întîhar kîriye. Derbarê lêpirsîna bûyerê de tu agahî nehatine wergirtin.   Di vê navberê de, Platforma Jinan a Wanê dê îro saet di 13:00'an de serdana cihê şînê   ya li mala Dilek Aslan a li taxa Xaçortê bike.