Li Elbakê atoleyên ideolojiya rizgariya jinan

  • 20:54 18 Tebax 2025
  • Rojane
 
WAN – Komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" ên li navçeya Elbak a Wanê hatin lidarxistin, peyama ku divê yekîtî û hevgirtina di navbera jinan de were kirin dan.
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Elbak a Wanê komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xistin. Hevseroka bajarê Wanê ya DBP Gonul Uzunay û endama Meclisa Partiyê (PM) ya DBP’ê Hebun Aslan beşdarî komxebatan bûn ku li taxên Tepebaşi û Xaşkan ên navçeyê hatin lidarxistin.
 
'Divê em pêşî yekîtiya jinan ava bikin.'
 
Gonul Uzunay wiha domand, "Em kêfxweş in ku li vir bi hev re ne, lê di hundirê me de xemgîniyek jî heye. Di şeş mehên dawî de, me mirina gumanbar a gelek jinan li vê navçeyê bihîstiye. Ji ber vê yekê, divê em li ser tiştên ku em dikarin ji bo hev bikin nîqaş bikin. Divê em berî ku civakê bikin yek, yekîtiya jinan ava bikin. Doh, li vir jinek di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwse ji dest d. Divê em sedemên bingehîn fam bikin."
 
Pênc bendên Îdeolojiya Rizgariya Jinan hatin şîrovekirin
 
Piştre endama PM’ê ya DBP’ê Hebûn Aslan axivî û tekez kir ku berî destpêkirina van komxebatan divê wateya îdeolojiyê were fêmkirin û got, "Ji ber vê yekê me xwest em bi jinan re hevdîtin bikin. Em dibêjin 'azadî', lê divê em bizanin em qala kîjan rizgariyê dikin. Bi sedsalan e jin hatine serdestkirin û dengê wan hatiye qutkirin. Birêz Abdullah Öcalan di 8’ê Adara 1998’an de Îdeolojiya Rizgariya Jinan îlan kir. Em vê yekê li her derê rave dikin û hewl didin ku bigihîjin her hevalek jin. Em dipirsin, 'Çima jin rastî ewqas tundûtûjî, tacîz û tecawizê tên?' Em ê îro li ser vê yekê nîqaşekê bikin. Ji bo ku em vê lêkolînê bikin, divê em Îdeolojiya Rizgariya Jinan fam bikin." Hebûn Aslan dû re pênc bendên Îdeolojiya Rizgariya Jinan ji jinan re şîrove kir û li ser her gotarê nîqaş hatin kirin.
 
Komxebat bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî", çepik û dirûşmeyan bi dawî bûn.