‘Ji bo samimiyeta pêvajoyê divê qeyûm paşve bên kişandin’

  • 09:03 18 Tebax 2025
  • Rojane
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk ku qeyûm li şûna wê hat bicihkirin, diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê û demokratîkbûna civakî vekişîna qeyûman ferze.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de Gulîstan Sonuk ji sedî 64 deng girt û bû hevşaredara Êlihê.  Gulîstan Sonuk ji bo texrîbatên ji qeyûm mabûn çaresre bike û destkeftiyên jinan mezin bike xebat meşand. Tevî hemû astengiyan xebatên xwe meşand.
 
‘Darbeya li dijî hêviya aştiyê bû’
 
Gulîstan Sonuk diyar kir bicihkirina qeyûman pêkanînek dijdemokratîk e û wiha got: “Di heman rojê de qeyûm tayînê Xelfetî, Mêrdîn û Êlihê kirin. 4’ê Mijdarê tercîh kiribûn. Ev ne tesaduf bû. Di 2016’an de 4’ê mijdarê siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin û girtin. Qeyûm di pêvajoyeke ku ji bo aştiyê gav hatibûn avêtin de li şaredariyan hatin bicihkirin.  Tayînkirina qeyûman darbeyek li aştiyê bû. Dewletê bi qeyûman bersiv da daxwaz û hewldana aştiyê. Mirovn gotin em vê biryarê nas nakin û daketin kolanan.”
 
‘Me li taxa bi jinan re civîn kirin’
 
Gulîstanê diyar kir ku ew şaredariyê wek çar dîwar nabînin û wiha domand: “Di vê pêvajoya ku hêviya aştiyê evqas zindî bû,  em piştî qeyûman venekişiyan. Me xebatên şaredariya bê şaredarî meşand. Me giranî da xebatên jinan. Me li taxan bi jinan re civîn kirin. Me kampanya ‘gotina me heye em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ da destpêkirin.”
 
‘Me zemîn ava kirin’
 
Gulîstan Sonuk daxuyakirin ku piştî qeyûm hatine qirkirina karkeran pêk hatiye û got: “Ji bo em pirsgirêkên karkerên jin çareser bikin me xebat meşand. Me bi dirûşma ‘jin jiyan e jiyan xwe rêvebirin e' kampanya da destpêkirin. Me bi vê kampanyayê hewl da ku em mekanîzmayên ku jin bikaribin gotina xwe bêjin ava bikin. Jinan li malê, kolanê, saziyan û her qada jiyanê pirsgirêkên xwe bi me re nîqaş kirin û pêşniyarên çareserkiriyê kirin Ji 2016’an heta 2024’an di dema qeyûman de her roj li kolanan tundî li jinan dihat kirin. Di encama tundiyê de hinekan jiyana xwe ji dest dan. Îstîsmara zarokan zêde bû. Li her cihê qeyûm hene qirkirina jin û zarokan jî heye.”
 
‘Jinê ne wek kirde wek alav dibînin’
 
Gulîstan Sonuk di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Niha şaredarî hemû mêrin. Li şûna pirsgirêkên jinan bên çareserkirin her diçin girantir dibin. Jin ne wek kirde wek alav tên dîtin. Tu pirsgirêkên ku jin dijî nayên dîtin.  Şaredariyên ku divê xizmetê bidin gel, di bin dorpêça polîsan de ne. Zîhniyeteke ku şaredarî ji gel re girtîne, heye. Ev zîhniyet zîhniyeta ku bi salane ziman, çand û dîroka me tune hesibandiye.”
 
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
 
Gulîstan Sonuk der barê pêvajoya aştiyê de jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku bi gel re hêviyek ava bûye û got: “Lê pêvajo yek alî tê meşandin. Hemû sozên dewletê di gotinê de man. Ev soz tu car nehatin cih. Divê gavên şênber bên avêtin. Me di bin sernavê ‘aştî û civaka demorkatîk’ de li Êlihê ji du sedî zêdetir civînên gel pêk anîn.  Daxwaza gel ev bû ku şert û mercên jiyanê bên başkirin û zemîna qanûnî ji bo çand û zimanê Kurdî bê avakirin. Her wiha divê pêkanînên dijdemokratîk jî demildest bi dawî bin.”