
Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
- 16:43 6 Tebax 2025
- Rojane
WAN - Konseya Bajar a Wanê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên bajar, bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya. Di civînê de peyama xwedîderketina li banga Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet hate dayin.
Konseya Bajar a Wanê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên li bajar, bi dirûşma “Em ê bi hev re bajar bi rê ve bibin, em ê civaka aştî û demokratîk bi hev re ava bikin” civiya. Civîn, li eywaneke dawetan a navçeya Tuşbayê hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Wan û Colemêrgê, nûnerên jin, rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî, keya, Dayikên Aştiyê, baroyên her du bajaran û dînamîkên bajar jî di nav de nêzî 3 hezar kes tev li civînê bûn.
Hevserokê Konseya Bajar a Wanê Fîkret Dogan axaftina destpêkê kir, da zanîn ku li Rojhilata Navîn şer roj bi roj mezintir dibe û wiha got: “Kapîtalîzm di nava qeyraneke mezin de ye û hêzên emperyalîst bi hemû hêza xwe vê herêmê talan dike. Pêşîlêgirtina vê yekê di aştiya navbera gelan de derbas dibe. Ev pêvajoya li welatê me pêş dikeve, ji bo biratiya gelan dîrokî ye. Banga birêz Ocalan deriyeke nû ji bo jiyaneke nû vedike û divê em jî ji xwe dest pê bikin û jiyaneke nû bi hev re ava bikin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal piştî hilbijartina dîwanê axivî. Neslîhan Şedal diyar kir ku her çiqas zext li ser wan hebin jî ew ê li gel gelê xwe bin. Neslîhan Şedal anî ziman ku gelê Kurd qewmekî berxwedêr e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî divê aqleke hevpar bê avakirin. Di encama polîtîkayên şerê taybet te pirsgirêkên civakî mezintir û kûrtir dibe. Herî zêde jî pirsgirêkên jinan belav dibe. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin. Di 27’ê Sibatê de rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan banga aştiyê kir û ev bangawazî ji bo hemû gelan kir. Em soz didin ku ji bo bidawîkirina pirsgirêkên civakî çi bikeve ser milên me em ê bikin. Pîvana herî mezin ew e ku em tifaqiya xwe ya navxweyî ava bikin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan jî bal kişand ser girîngiya civînê û got: “Pêdivî bi têgihîştineke hevpar û îradeyek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî. Keda birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de pir mezin e. Civaka Tirkiyeyê piştgiriyê dide vê pêvajoyê û em ji her demê bêtir hêvîdar in. Em eşîrperestiya marjînalîze û polarîzeker a ku li dijî hişmendiya neteweyî ye red dikin. Ji ber vê yekê, her çend em bi tevahî piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, em di heman demê de diyar dikin ku em ê li dijî vê zîhniyeta ku gelan dikin dijberî hev, têbikoşin. Em ê aştiya birûmet pêk bînin.”
Piştî axaftinan, nûnerên beşdarî civînê bûn axivîn.