
11 salên ji fermanê berbi azadiyê ve (5)
- 09:17 2 Tebax 2025
- Dosya
Berdevka TAJÊ: Me bi fikra Rêber Apo li Şengalê jiyan ava kir
Derya Ren
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TAJÊ Riham Hico da zanîn ku li Şengalê piştî fermanê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyanek nû hatiye avakirin û got: “Jinên Êzidî li Şengalê pêşengiya şoreşê dikin.”
DAIŞ’ê di 3’ê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir. Bi 74’emîn fermana li hember Êzidiyan bi hezaran kes hatin qetilkirin, jin hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Piştî komkujiyê pêvajoya ji nû ve avakirinê dest pê kir û xeta azadiya jinan esas hat girtin. Jinên Êzidî, piştî komkujiyê ji bo xwe û civakê biparêzin xwe rêxistin kirin. Wek hêza parastina cewherî YBŞ-YJŞ hat avakirin û di qada civakî de jî Tevgera Jinên Azad ya Êzidî (TAJÊ) hat avakirin.
Berdevka TAJÊ, Riham Haco der barê fermanê û jiyana nû ya li Şengalê hatiye avakirin de axivî.
‘Bi piştgiriya Rêber Apo û gerîla hat avakirin’
Riham Hico daxuyakirin ku Civaka Êzidî ji fermana 3’ê tebaxê dersên mezin derxistine û dema ku ev komkujî pêk hatiye Civaka Êzidî tenê hatiye hiştin. Riham Hico wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êzidiyan xwe rêxistin kirin, parastina cewherî ava kirin û rêxistibûna xweser pêk anîn. Piştî komkujiyê Rêveberiya Xweser a Şengalê hat avakirin. Ev modela Rêveberiya Xweser, di encama firk û felsefeya Rêber Apo û piştgiriya gerîlayan de pêk hat.”
Jiyana ligel hev a gelan: Şengal
Riham Hico di berdewamiyê de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê heta gundan meclîsên xwe ava kirine û wiha bi lêv kir: “Têkoşîna ku bi meclîseke biçûk a li Çiyayê Şengalê dest pê kir niha di qonaxek din de ye. Navê meclîsê yê ewil ‘Avakirina ji nû ve a Şengalê bû’. Piştî azadkirina Şengalê biryara berfirehkirina meclîsê hat dayîn. Piştre Meclîs Xweser a Şengala Demokratîk hat îlanikrin. Ev meclîs 11 sale xebatan dimeşîne. Em bawer dikin ku wê têkoşîna me bigihêje serkeftinê. Em li tiştên ku Iraq û Şengalê jiyane dinêrin, ji netewa demokratîk wêdetir tiştek nabe çarserî. Şengal cihê gelên cuda yên lê dijîn e. Ereb, Kurd, Sunnî, Şîî û Êzidî ligel hev dijîn.”
Pêşengiya têkoşîna jinên Êzidî
Riham Hico balkişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê Êzidiyan de û wiha anî ziman: “Felsefeya Rêber Apo dikare bibe rizgariya ji bo Êzidiyan. Îro Jinên Êzidî ji bo dîroka xwe jî xwedî rolek mezinin. Seranserê dîrokê pêşengî kirine. Lê êrîşên hatine kirin jin hepsê malan kirine. Beriya komkujiyê rolên girîng yên jinan hebûn. Di pêvajoyê de jî jinan pêşengî kir.”
Avabûna TAJÊ
Riham Hico di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kirin: “Jinên Êzidî pêşengiya şoreşê dikin. Jin şoreşê ava dikin. Jinan berê jî di jiyanê de têkoşîna jiyanê dida. Lê bi ji nû ve avabûna Şengalê re di esasa perspektîfa Rêber Apo de TAJÊ hat îlankirin. Bi xebatên xwe êş û azarên Civaka Êzidî bi cîhanê dan bihistin. Hikûmeta Iraqê di alî naskirina nasnameya Êzidî de pirsgirêkan derdixe. TAJÊ ji hevdîtinên bi hikûmetê re tên kirin re pêşengiyê dike. Me Şengal ava kiriye, em nikarin rêveberiya xwe ji însafa kesî re bihêlin.”