
11 salên ji fermanê ber bi azadiyê ve (3)
- 09:07 31 Tîrmeh 2025
- Dosya
Agirê azadiyê yê ji fermanê vejiya: Şengal
Derya Ren
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Feleknas Uca diyar kir ku Êzidiyan ji fermana jiyane vejinek nû esas girtine û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd yên ji bo Êzidiyan kirine jî bi bîr xist û got: “Em Êzidî ji bo banga guherînê amade ne ku pêşengiyê bikin.”
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li hember Şengalê komkujî pêk anî. Ev wek fermana 74’an a li hember Êzidiya derbasî qeydan bibe jî yên komkujî pêk anîn û piştgirî danê hîna nehatine darizandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên kir de da zanîn ku divê civaka Êzidî parastina xwe ya cewherî pêk bîne û banga avakirina rêveberiya xweser kir.
Siyasetmedara Kurd Feleknas Uca der barê fermana 74’an a li hember Êzidiyan de ji ajansa me re axivî.
Ferman li ber çavê hemû cîhanê pêk hat
Feleknas Uca di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew kesên di fermandê de hatine qetilkirin bi bîr tîne û got: “Di ser fermanê re 11 sal derbas bûn. Tiştên wê demê hatin jiyîn hîna zindî ne. Jin li bazaran hatin firotin. Aqûbeta ji 2 hezarî zêdetir jinan ne diyare. Bandora fermanê hîna didome. Ev ferman ne tenê li hember baweriyekê bû. Di şexsê civaka Êzidî de li hember gelên din jî bû. Şengal xwedî mozaîkek olî ye. Di şevekê de hemû reng û mozaîk hatin hilweşandin. Êrîş li heber çavê hemû cîhanê pêk hat. Ne fermanek ji rêzê bû.”
‘Êşa Şengalê didome’
Feleknas Uca wiha dirêjî dayê: “Êşa Şengalê didome. Di şexsê jinên Êzidî de bedena jinan hat hedef girtin. Wê demê serî hatin jêkirin. Di qefesan de bi zindî hatin şewitandin. Kesên ji Şengalê derketin ji tî û birçînan mirin. Komkujiyek mezin pêk hat lê DAIŞ hat parastin. Endamên wê nehaitn darizandin.”
‘Xwestin Şengalê vala bikin lê bi ser neketin’
Feleknas Uca balkişand se hedefgirtina Êzidiyan û ev tişt bi lêv kir: Êzdî 74 caran bi fermanê re hatin rû hev. Xwestin Şengalê vala bikin lê bi ser neketin.Vê carê bi ser neketin. Tirkiyeyê wek berdewama DAIŞ’ê êrîşên xwe domand. Tirkiyeyê bombebaran kir. Êzidiyan bedelên mezin dan.”
‘Herî zêde bandor li jinan bû’
Feleknas Uca destnîşan kir ku yên herî zêde ji fermanê bandor bûne jin bûne û wiha daxuyand: “Jin hedef hatin girtin.Jinên ji destê DAIŞ’ê xilas bûn tevli hêzên parastina cewherî bûn û gotin wê tolê bigirin. Ger ku Êzidiyan xwe mexdur bidîta wê tu carê azad nebibûna.12 şervanên azadiyê dema ferman pêk hat berê xwe dan Şengalê. Wan şervanên azadiyê korîdor vekirin û Êzidî derbas kirin. Bi heman awayî Şervanên YPG-YPJ’ê jî ji Rojava korîdor vekirin. Piştî Fermanê şêniyên Şengalê guherin esas girtin û rêveberiya xweser ava kirin. Ji ber vê îro ambargo pêk tê. Tenê hikûmeta Iraqê nake. Destê dewletên din jî têde heye.”
Feleknas Uca diyar kir ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo civka Êzidî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girînge û wiha dirêjî dayê: “ Êzidî her tim ligel têkoşîna azadiyê bûn. Rêber Apo her tim digot li hember Êzidiyan tehdîd heye.Rêber Apo di zindanê de jî got divê Êzidî parastina cewherî pêk bînin. Me bangên wî ya wê demê guhdar nekir. Ji ber vê fermana 3’yê tebaxê pêk hat. Abdullah Ocalan ji bo afirandina civaka demokratîk piştî fermanê bang kir.”
‘Em banga 27’ê Sibatê esas digirin’
Feleknas Uca di berdewamiyê de balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û wiha anî ziman: “Em Êzidî bangê esas digirin. Rêber Apo di nameya ji Êzidiyan re şand de behsa berxwedana jin û dayikan kir. Me wek Êzidî got em ê li her derê pêşengiya pêvajoyê bikin. Divê em pêşengiya pêvajoyê bikin.Em ê wek bersiva banga serokatiyê nîşanê hemû cîhanê bidin ku ji fermanekê em ji nû ve vejiyane.”
Feleknas Uca di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek dewletan fermana li dijî Êzidiyan wek qirkirin qebûl kir. lê tenê li ser qeydan ma. Di pratîkê de tiştek nehat kirin. Gelo çend caran Şengal hat ziyaretkirin. Heyet çima naçin Şengalê. Ji bo statuya Şengalê bê naskirin xebatên me didomin.”