67 kes ji Kampa Roj derketin

  • 16:24 31 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê 15 malbat ku ji 67 kesan pêk tên pêk tên, ji kampê derxist û ber bi warê wan Iraqê ve bi rê kir.
 
Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, 15 malbatên iraqî (67 kes) ji Kampa Roj a li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê hatin derxistin û ber bi Iraqê ve hatin şandin.
 
Piştî tedbîrên ewlehî û rêveberî yên guncaw, wek kontrolkirina dosyayan û nirxandina rewşa qanûnî ya her kesî, erebeyên taybet ji bo veguhastina malbatan hatin amadekirin û ber bi Iraqê ve hatin birêkirin.
 
Di 11`ê Sibatê de 44 malbatên iraqî wek koma destpêkê ber bi Iraqê ve hatibûn şandin û 15 malbatên îro hatine şandin jî koma duyemîn e.
 
Kampa Roj di 24´ê Hezîrana 2015´an de li bajarê Dêrikê hat avakirin. Di kampê de hejmarek zêde a malbatên çeteyên DAIŞ´ê ku piranî ji welatên Ewropayê ne, hene, li kêleka wê jî iraqî û sûriyeyî jî di kampê de hene. Serjimara kampê de 2 hezar û 664 e (861 malbat).