
Meclîsa Jinan a DÎK'ê daxwaza Edaletê ji bo Jinên Êzidî kir
- 15:42 2 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DÎK'ê di salvegera qirkirina ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê li ser civaka Êzidî hat kirin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li hemû gel û civakên cîhanê dikin ku li hember sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin."
Meclisa Jinan a Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) di salvegera qirkirina ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê li ser civaka Êzidî hat kirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Êzidîtî yek ji baweriyên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye û hat destnîşankirin ku Êzidî di dîrokê de gelek caran rastî qirkirinê hatine.
"Jinên Êzîdî li bazaran hatin firotin"
Daxuyaniya meclisê destnîşan kir ku di êrîşên ku di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞê ve hatin kirin de, bi hezaran jinên Êzîdî hatin kuştin, girtin, û hatin kolekirin û firotin li bazaran û daxuyanî wiha hat berdewamkirin, "Ev hovîtî ne tenê sûcê hevpar ê rêxistinekê ye, lê di heman demê de yê civakên ku bêdeng man jî ye. Dema ku jinên Êzîdî hatin kolekirin, bêdengiya hin rêxistinên jinên Misilman ên ku xwe bi nav dikin nîşana şerm û paşketina exlaqî ye."