
Dê navê komîsyonê çi be?
- 15:05 5 Tebax 2025
- Ramyarî
Melek Avci
ENQERE - Civîna yekem a Komîsyona Parlamentoyê berdewam dike û li gorî axaftinên ku li pişt perdê derketine, navê komîsyonê dê bibe "Komîsyona Hevgirtina Civakî, Xuşk û Biratî û Demokrasiyê".
Komîsyona pêvajoyê ya ji 51 endaman pêk tê ku bi înîsiyatîfa Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş hatiye damezrandin, îro saet 11:30'an de civiya.
Ji ber ku hîn nehatiye diyarkirin ka civînên komîsyonê dê vekirî bin an girtî, tenê rojnamegerên ku navavên wan hatibûn ragihandin destûr hat dayîn ku beşdarî civîna yekem a komîsyonê ya li Hola Merasîmên Parlamentoyê pêk hat bibin. Herwiha kişandina dîmenan jî qedexe bû.
Rojeva sereke ya civîna îro ew e ku prosedur û prensîbên xebata komîsyonê werin destnîşankirin.
Navê komîsyonê jî dê mijarek sereke ya nîqaşê be.
Ji ber ku navê komîsyonê nehatiye diyarkirin, qeydên komîsyonê li ser malpera Parlamentoyê tune ne.
Her çend nîqaşên komîsyonê berdewam dikirin jî nîqaşên li ser navê wê pir caran di rojevê de bûn. Bi taybetî, bikaranîna berdewam a peyva "Tirkiyeya Bê Teror" ji aliyê hikûmetê ve ji aliyê partiyên siyasî ve hate rexnekirin û redkirin.
Pêşniyarên navan çi bûn?
Di nameya vexwendinê ya civînê de ku ji partiyan re hate şandin, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş got, "Komîsyonek ku di Meclîsa Tirkiyeyê de dê Komîsyoneke "Tirkiyeyek Bê Teror were damezrandin."
Ji bilî vê binavkirinê, her wiha hate parvekirin ku navê komîsyonê dê ji aliyê endaman ve were diyarkirin. Bi taybetî, partiyan di pêşnûme û daxuyaniyên çapemeniyê yên derbarê komîsyonê de pêşniyarên navan ên cûrbecûr pêşkêş kiribûn.
Tê payîn ku partiyên siyasî yên beşdarî civînê bibin pêşniyarên xwe yên navan pêşkêş bikin.
AKP navê komîsyonê wekî "Tirkiyeya Bê Teror" dide.
MHP "Komîsyona Yekîtî û Hevgirtina Neteweyî" pêşniyar kir. Endamê Komîsyonê Feti Yîldîz piştî hevdîtina bi Devlet Bahçeli re, navê wê kir "Komîsyona Xuşk û Biratî û Hevgirtinê".
Pêşniyara DEM Partiyê jî "Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk" bû.
Pêşniyara CHP ji bo navê komîsyonê "Komîsyona Demokrasî, Edalet û Lihevhatina Civakî" bû.
Pêşniyara bila nav 'Aştî û demokrasî be'
Partiyên muxalefetê, berevajî partiya desthilatdar, diyar kirin ku divê navê komîsyonê têgehên ku bi pêvajoyê re têkildar in di nav xwe de bihewîne. Bi taybetî, ew daxwaz dikin ku têgehên wekî aştî, demokrasî û wekhevî di nê komîsyonê de cih bigirin.
Komîsyona Hevgirtina Civakî, Xuşk û Biratî û Demokrasiyê
Piştî pêşniyarên navan ji hemû partiyan, Serokê Parlamentoyê "Komîsyona Hevgirtina Civakî, Xuşk û Biratî û Demokrasiyê" wekî navê sereke yê ku derket holê pêşniyar kir. Nav dê di civîna îro de were destnîşankirin û li gorî kesên hundir, pir mimkûn e ku ev nav ji bo komîsyonê were hilbijartin.