Li Amedê ji bo meşa 8’ê Tîrmehê derketin rê

  • 21:49 7 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Jinên li Amedê ji bo meşekê ku dê di bin pêşengiya Înîsiyatîfa Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye li Enqerê were lidarxistin, derketin rê. Xezal Kaydu  axivî û tekez kir ku ew hemû jinan vedixwînin têkoşînek bênavber ji bo aştiyê.
 
"Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye" dê di 8’ê Tîrmehê de ku dê ber bi Parlamentoya li Enqerê ve bimeşe li Guvenparkê dê bicive da ku di derbarê çareseriyua pirsgirêka Kurd de  astengiyên li pêşiya aştiyê werin rakirin. Jin bi girseyî ji Amedê ji bo meşê derketin r,ê. Jinan ku berî destpêkirina bmeşê daxuyaniyek  dan çapemeniyêe, pankartek bi nivîsa "Pêwîstiya Min bi aştiyê heye" vekirin.
 
'Deng û hevgirtina me ya hevpar dê rêya vî welatî ronî bike'
 
Endama Komeleya Jinan a Rosa Xezal Kaydu di daxuyaniyê de tekez kir ku deng û hevgirtina jinan dê rêya vî welatî ronî bike. Xezal Kaydu got, "Em jî beşdarî meşa ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya civakî ji Amed tê destpêkirin dibin. Banga ku Birêz Abdullah Öcalan di 27’ê Sibatê de kir, bandorek û heyecaneke mezin bi taybetî di nav me jinan de çêkir. Lêbelê, tevî 5 mehên ku derbas bûne jîme ji hikûmetê nêzîkatiyek nedîtiye ku van hêviyan xurt bike. Wekî jinên ji her goşeyê Tirkiyeyê, em bawer dikin ku aştiya civakî tenê bi rêxistineke civakî ya bihêz mimkun e. Em bi vê baweriyê derketin rê û hemû jinan vedixwînin têkoşîneke bênavber ji bo aştiyê. Deng û hevgirtina me ya hevpar dê rêya vî welatî ronî bike."
 
Jin bi dirûşmeyên 'Jin jiyan azadî' derketin rê.