
‘Em wek hunermend ji banga aştiyê bi hêvî ne’
- 09:02 2 Tîrmeh 2025
- Çand û Huner
Nazlican Nujîn Yildiz
WAN-Endama Koma Sorjiyan Mizgîn Irmak da zanîn ku divê gel li dijî polîtîkayên asîmîlasyona li dijî çand û hunera Kurd xwedî li çanda xwe derkevin û jinên li her qadê di hedefa êrîşan de ne têbikoşin. Mizgîn Irmak balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û got ew ji wek hunermend ji vê bangê bi hêvî ne.
Li gel ku Gelê Kurd û jinên Kurd li her qadê di hedefa polîtîkayên asîmîlasyonê de ne, bi taybt çand û hunera Kurd hedef tê girtin. Bernameyên çandî yên şaredariyên ku ji qeyûman hatine girtin eleqeyek mezin dibînin.
Endama Koma Sorjiyan Mizgîn Irmak a tevli Bernameya Biharê ya Erdîşê ku şaredariya Erdîşê pêk anî bû, der barê girîngiya bernameyên tên kirin de axivî.
Mizgîn Irmak daxuyakirin ku gel hewce bi bernameyên wisa dibîne û got divê di qada çand, ziman û hunerê de bernameyên wisa bên domandin û got: “Divê gel xwedî li çand, ziman û hunera xwe derkeve. Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroze. Em wek hunermend ji pêvajoyê bi hêvî ne.”
‘Em xwedî li çanda xwe derkevin’
Mizgîn destnîşan kir ku çand û hunera Kurd di hedefa polîtîkayên asîmîlasyonê de ye û wiha got: “Çand û zimanê Kurd tê astengkirin. Zimanê çîrokan, stranên Kurdî tên guhertin. Hewl didin bidin windakirin. Bi hilberîna û têkoşîna hunermendên Kurd em stran û zimanê xwe îfade dikin. Yekane daxwaza me ev e. Em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Mîhrîcanên wisa pir girîngin û pîrozin. Hêvîdarim mîhrîcanên wisa bidomin.”
‘Divê jin li qadan bin’
Mizgîn Irmak balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser jinan û gelê Kurd û wiha domand: “Li her qadê li ser jinan êrîş hene. Jin tên qetilkirin, bi rehetî li kolanan nikarin bigerin. Yên van êrîşan dikin jî bê ceza tên hiştin. Divê em jin li her qadê çanda xwe, hunera xwe îcra bikin. Jin dema îcra dikin bi gelek zehmetiyan re tên rûhev. Gelek kes ji ber stranên Kurdî dibêjin tên girtn. Banga Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser qada çand û hunerê jî kir. Bangek pîroz e. Em ji bangê gelek bi hêvî ne. Lê yekalî nabe. Divê aliyê din jî berpirsyariya xwe bînin cih.”