Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
- 16:31 30 Hezîran 2025
- Çand û Huner
BEDLÎS - Roja 4’emîn a Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ji bo çalakiyên jinan hate veqetandin. Di vê çarçoveyê de Atolyeya Jineolojiyê hate lidarxistin.
Roja 4’emîn a Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwan a Bedlîsê ji bo çalakiyên jinan hate veqetandin. Di çarçoveya çalakiyê de “Atolyeya Jineolojiyê” hate lidarxistin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Wekîla DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, rêveberiya DEM Partiyê ya navçeyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek jin tev li bûn.
Ji Atolyeya Jineolojiyê Aynûr Sarica, di atolyeyê de got: “Em li dijî dîroka xwe ya ji hêla zilaman ve hatiye nivîsandin derketin û me dîroka xwe nivîsand. Niha li Kurdistan û gelek cihên cîhanê perwerdeya jineolojiyê tê dayin. Bi vê yekê re jineolojiyê xwe birêxistin kir. Em ê peyama birêz Ocalan a ji bo Jineolojiyê esas bigirin û xwe bêhtir birêxistin bikin. Em ê xwe li dijî zîhniyeta mêr birêxistin bikin. Kovara Jineolojiyê ev 10 sal in tê çapkirin û bajar bi bajar, navçe bi navçe û gund bi gund tê belavkirin. Jineolojî em in, em di hundirê wê de dijîn. Li cihê tê xwestin dengê jinan were qutkirin, jineolojî derdikeve holê. Weke Jineolojiyê em ê jiyana azad bihûnin. Bi hêza em ji felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ digirin, em ê jina azad biafirînin. Em jin dê di her qadên jiyanê de azad bibin.”
Ayla Akat Ata jî destnîşan kir ku divê jin bi hev re xwe bihêz û birêxistin bikin û got: “Divê zîhniyeta mêr êdî ji nava jiyanê were avêtin. Di dîrok û hiqûqê de em tiştekî aydê jinan nabînin. Me lêkolîn kir ka jin di ku dera destûra bingehîn a nû de cih digirin. Me got ‘gelo ma jin ne hemwelatî ne?’ Ma di lêkolînên hiqûqê yên dewletê jin qet nabin? Jin, nîviya civakê ne û ma mafên wan nînin? Heta ku jin ji bo ked, hebûn, nasname û hwd. tênekoşe dê kesek ji bo jinan hewl nede.”
Atolye, bi nîqaşên ser Jineolojiyê bi dawî bû.