
MKG: Di meha gulanê de 9 rojnamegerên jin girtî bûn
- 09:27 3 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a di meha gulanê de diyar kir ku rojnamevan careke dinê, dema ku nûçe dişopandin gef li wan hat xwarin, lêdan xwarin û bi astengiyên fîzîkî rû bi rû man û hat gotin:"Ev êrîşên ku di meha gulanê de me şahidiya wan kirine, ispat dike ku rojnameger bêdeng namînin û wê li hember her zextan pênûsa xwe bêtir bi hêz bikin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ropara binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha gulanê eşkere kir. Li gor rapora meha gulanê zext û zordestiyên li ser çapemeniyê dewam kiriye û li gor raporê di meha gulanê de 9 rojnameger di girtîgehan de ji mafê xwe yê azadiyê bêpar hatine hiştin.
Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:"
Tevî zextan jî em ê dewam bikin
Zextên li dijî rojnamevanên jin ne takekesî ne, tercîheke polîtîk e. Her meh bi şêweyên nû hewldana bêdengkirina heqîqetê derdikeve pêşberî me.
Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan di meha gulanê de bênavber berdewam kirin. Rapora ku me wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê amade kiriye, wêneyekî berbiçav a zextên piralî yên ku rojnamevan li meydanê, li kolanan, li dadgehan û di qada dîjîtal de pê rû bi rû dimînin, nîşan dide.
Rojnamevan careke dinê, dema ku nûçe dişopandin gef li wan hat xwarin, lêdan xwarin û bi astengiyên fîzîkî rû bi rû man. Rê li rojnamegeran hat birîn, rojnameger li kolanan del dan, her wiha rojnamegerên li şînê nûçe dişopandin bi heqaretên zayendperest rû bi rû man û ji aliyê polîs û xizmên bersûcan ve hatin hedefgirtin. Rojnamegerên di bin van şertan de li qadan xebitîn, di heman demê de hewl dan ku ewlehiya xwe ya pîşeyî û laşî biparêzin û di bin zextan de nûçeyên xwe çêbikên.
Dema ku sersaxiyê dişopandin, rojnamevan bi barîkatan hatin astengkirin, ji kolanan hatin dûrxistin û rastî heqaretên zayendî hatin, û ji aliyê polîs û xizmên sûcdaran ve hatin hedefgirtin. Her rojnamevanek ku di bin van şert û mercan de li qadê dixebitî, di nav zilmê de berdewam kir ku nûçeyan çêbike, di heman demê de hewl dan ku ewlehiya xwe ya pîşeyî û laşî biparêze.
Di meha gulanê de, ji bo îfadeyê bang li gelek rojnamegeran kirin, doz li dijî wan hatin vekirin û hin ji wan hîn jî di girtîgehê de ne. Nûçeyên ku wan li ser medyaya dîjîtal parve dikirin an jî dirûşmeyên ku wan berz kirin wekî "delîlên sûcekî" dihatin hesibandin. Di dadgehên ku rojnamevan lê dihatin darizandin de, tiştê ku wekî delîl dihat hesibandin pir caran tenê rastî bi xwe bû.
Herwiha, di hin rewşan de, deriyên dadgehê ji bo çapemeniyê hatin girtin; nehiştin rojnameger tevli rûniştinên ji bo fêdeya raya giştîne, bibin, şopandina endamên medyayê hatin astengkirin. Ev ne tenê binpêkirinek eşkere ya azadiya çapemeniyê ye, di heman demê de binpêkirina mafê civakê yê wergirtina nûçeyane jî ye.
Rojnamevan ne tenê di bin zexta fîzîkî an hiqûqî de ne, di heman demê de di bin zexta aborî de ne. Nebûna ewlehiyê, bêkarmayina ji ber polîtîkayên sansurê û cezayên darayî yên li ser medyayê rojnamegeriyê dorpêç dikin. Her çend vê mehê rasterast rojnameger ji kar nehatibin derxistin jî, cezayên weşanê yên ji hêla RTUK'ê ve hatine ferzkirin bi awayekî razber pîşeya rojnamegeriyê dixe binê zextan.
Her çend qedexeya gihîştina platformên medyaya dîjîtal di meha gulanê de di raporê de nehatibe nîşandan jî, ev qad hîn jî eniyek din e ku hikûmet bi berdewamî hewl dide kontrol bike. Çalakiyên rojnamevanan li ser platformên dîjîtal di bin çavdêrî, sansur û şopandinê de ne. Mafê wergirtin û belavkirina nûçeyan di qada dîjîtal de jî tê astengkirin.
Rojnamevanên ku hîn jî di girtîgehê de ne, qarneyê demokrasiya vî welatî bi awayê herî berbiçav eşkere dikin. Her çend tê zanîn jî rojnamegerî ne sûc e dîsa jî jinên ku rastiyê diparêzin, li pişt derabeyan têne girtin. Ev rojnameger berî bên girtin, demeke dirêj bûn hedef, piştî hatin girtin jî hat xwestin bên jibîrkirin. Em ê bilindkirina dengê hempîşeyên xwe ya ji derve bidomînin.
Rojnamegeriya jinan ne tenê hilberîna agahiyan e, di heman demê de dengê kesên ku tên paşguhkirin in, bîra civakî diparêzin û şîdeta mêran eşkere dikin. Ji ber vê sedemê, zextên ku her meh tên kirin ne tenê li dijî rojnamevanan in, di heman demê de li dijî rastiyê ne. Ev êrîşên ku di meha gulanê de me şahidiya wan kirine, ispat dike ku rojnameger bêdeng namînin û wê li hember her zextan pênûsa xwe bêtir bi hêz bikin.
Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em careke din diqîrin:
Rastî bi zextên li ser rojnamevanan nayê veşartin!
Her ku em bêdeng bimînin, em mezin dibin, her ku em tên qedexekirin, em bêtir dinivîsin; her ku em tên çewisandin, em bêtir hevgirtinê nîşan didin!
Azadiya çapemeniyê bi azadiya jinan pêkan e!
Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyê bernedin!
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê
Daneyên rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Gulana 2025'AN
1) Binpêkirina mafên ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran
Yên êriş li wan hatin kirin Rojnameger 2
Weşan 1
Rojnamegerên hatin binçavkirin 1
Rojnamegerên hatin girtin 1
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang wan kirin 5
Rojnamegerên bi mûameleya ne baş rû bi rû mane 2
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin 2
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 1
2) Binpêkirina azadiya vegotin û ramanê ya rojnamegeran
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 6
Rojnamegerên hatine cezakirin Hejmara kesan 2
Cezayê girtîgehê 10 Meh
Cezayê pereyan 23.300 TL
Rojnamegerên darizandina wan didomin Hejmara dosyayê 12
Hejmara kesan 19
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 04’ê Çileya 2023’yan heta niha) 9
Lîsteya rojnamegerên girtî
1. Elif Akgul - Rojnameger
2. Elif Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
3. Hatice Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim
4. Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê ya berê
5. Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek
6. Rahime Karvar – Rojnameger
7. Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yeni Yaşam
8. Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsoz
9. Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkin