
Fîgen Yuksekdag: Divê em di xeta azadiyê de israr bikin
- 09:06 5 Hezîran 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û got: “Luksa ku pêvajo ji însafa serdestan re bê hiştin duh jî tunebû îro jî tuneye. Em ê bi îradeya têkoşînê û enerjiya guherîna civakî nîşan bidin û çareseriyê pêk bînin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û piştî vê PKK’ê kongreya xwe ya 12’yemîn pêk anî û biryara feshkirinê da. Niha bala hemû kesî li gavên ku desthilatdarî bavêje ye.
Hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ya li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê girtiye der barê pêvajoyê de axivî.
‘Kongreya PKK’ê pêşketinek polîtîk a dihat payînê bû’
Fîgen Yuksekdag da zanîn ku kongreya PKK’ê pêşketinek polîtîk a dihat payînê bû û wiha got: “Piştî banga Birêz Ocalan, vê gavê îrade û hêza bangê xurt kir û gavek dîrokî bû. Hinek biryar nene ku şopek mezin dihêlin. Ya PKK’ê jî wisa ye. Bêguman fêmkirina kongreyê û çi daye hîskirin an jî bandorên ku bê afirandin heman wisa encemek îro pêk bê nîne. Yanî hîna gelek mijarên bên axaftin, bên gotin û analîzkirin hene.”
‘Divê bang û biryarên kongreyê baş bên nirxandin’
Fîgen Yuksekdag di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku îro ya girîng ev e ku banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê baş bên nirxandin û wiha dirêjî dayê: “Mînak ji bo şovenîzma li ser civakê bê rakirin divê em vê qadê çawa binirxînin? Em ê li dijî nqaokiyên tundiyên çînan, hegemonya baronên şer-patron û tundiya mêr a li dijîn çawa tê bikşi. Di serî Kurd em ê gelan çawa bikin bin ewlehiya destura bingehîn?Em ê riya hevkariya demorkatîk a navbera gelan û aştiyê de çawa vebikin?Ev hemû pirsên ku divê bên bersivandinê li pêş me ne. Peywira me ya zehmet niha dikeve dewrê.”
‘Em di qanaxek krîtîk de ne’
Fîgen Yuksekdag da zanîn ku niha di alî ku xitimîn neyên jiyîn de em di qonaxek krîtîk de ne û got: “Civaka Tirkiyeyê seranserê dîrk akomarê de xwe wek radîkal neafirand. Ev pirsgirêkek grêdayê îdeolojî, terza rêveberiyê bû. Bedelên vê krîzê gelên Tirkiyeyê jiyan. Îro ji bo mafên demokratîk bên bidetxistin, ev krîz bê çareserkirin, qonaxek dîrokî tê jiyîn. Aştiyek bi rumet dikare yekitiyê ava bike. Şer evqas pir xera kirin ku bêguman ji nûve avakirin ne hêsane. Vê pêvajoyê de gelê Kurd hêzên azadiyê û tevgera çep a kedkarênTirkiyeyê wê bi hev re rolek dîrokî bilîzin.”
‘Pêvajo heta niha yekalî pêşketiye’
Fîgen Yuksedag nirxandina xwe wiha domand: “Pêvajoya aştî û demorkatîkbûnê heta îro yek alî pêş ketiye.Desthilatdarî gavê navêje. Di serî lîsteyê de jî girtiyên siyasî û girtîgeh hene. Desthilatdarî helwesta xwe ya bêbepirsyar didomîne. Girtiyên nexweş û kal û pîryek nokteya herî xesas e. lê heta niha geveke ku gavek nehatiye avêtin. Gavên ku baweriyê bidin navêtiye. Kirdeya çareseriyê gelin. Aştî û demokasî jî ji bo gelane. Luksa ku pêvajo ji însafa serdestan re bê hiştin duh jî tunebû îro jî tuneye. Em ê bi îradeya têkoşînê û enerjiya guherîna civakî nîşan bidin û çareseriyê pêk bînin.”
Fîgen Yuksekdag wiha dawî lê anî: “Têkoşîna azadiya jinan di alî pêşketina aştî û civaka demokratîk de xwedî rolek girÎnge. Ji ber vê divê rêxistinên jinan di navenda pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajo nû ya bi banga Birêz Ocalan û kongreya PKK’ê destpêkiriye gelek girîng e. Divê em di xeta azadiyê de israr bikin.”