ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2026'AN
- 09:00 28 Mijdar 2026
- Rojev
*Mamosteyên Êzidî ku li gundê Serdeştê bi derfetên xwe perwerdehiyê didin, ji bo berdewamkirina perwerdehiya li ser bingeha zimanê dayikê û baweriyê têkoşînê dimeşînin. Mamosteyên ku dixwazin dibistanên wan fermî bibin, şert û mercên perwerdeyê bên başkirin û derfet bên avakirin ku şagirt piştî pola 6’emîn jî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û balê dikişînin ser girîngiya veguhastina ziman û baweriyê ji bo nifşên pêşerojê. DÎMEN HEYE
*Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut da zanîn ku tevî PKK’ê xwe fesh kiriye jî li Almanyayê li siyasetmedarên Kurd doz tên vekirin û got: “Daxuyaniyên welatên Ewropayê yên der barê pêvajoya aştiyê venaguherin gavên şênber. Ji bo rakirina qedexeya PKK’ê em xebatên hiqûqî û dîplomatîk dimeşînin.”DÎMEN HEYE
* Dadger di lêpirsîna der barê Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê de ku 29 kesî lê jiyana xwe ji dest da, de diyar kir ku der barê gumanbaran de delîlên şênber hene. Dadgeriya ku berdewamkirina girtinê bi pîvan nedît, biryara tahliyekirina 16 kesî da. BI DÎMEN
*Endama Xeta Jinê Şevval Uzun diyar kir ku ji bo bikaribin bibin pêşengên pêvajoyê pêwîstiya yekgirtina di bin banê YCK-KURD’ê de derketiye holê û got: “Em ê bi konferansa ku îro li dar bixin xweseriya jinên ciwan bibin konferansa giştî” û li hemberî êrîşên sîstematîk ên li ser jinên ciwan banga rêxistinbûnê kir. BI DÎMEN







