ÎHD: Li Bakurê Kurdistanê 116 jinan jiyana xwe ji dest daye
- 14:27 27 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî tundiya li ser jinan û mirinên biguman ên li Bakurê Kurdistanê rapor eşkere kir û ragihand ku di saleke dawî de 116 jinan jiyana xwe ji dest daye.
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, rapora xwe ya derbarê tundî û mirinên biguman a di navbera 25'ê Mijdara 2025'an û 25'ê Mijdara 2026'an de li Bakurê Kurdistanê qewimîne, eşkere kir. Endamên komîsyonê Berfîn Elçî û Eylem Kaya beşdarî daxuyaniya ku li avahiya komeleyê hat dayîn bûn.
Berfîn Elçî ku axaftina xwe bi bîranîna jinên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, diyar kir ku tomarên ji 25'ê Mijdara 2025'an heta îro hatine berhevkirin nîşan didin ku jin li malên xwe, li kolanan û di qada giştî de bi tundiyeke giran re rû bi rû dimînin. Berfîn Elçî anî ziman ku di vê serdemê de di bûyerên tundiyê yên di çarçoveya malbat û têkiliyên nêzîk de 44 jinan, di bûyerên tundiyê yên di qada civakî de jî 9 jinan jiyana xwe ji dest daye û her wiha 63 mirinên biguman jî hatine tomarkirin.
Berfîn Elçî destnîşan kir ku hejmara giştî ya mirinên di tomarên berfireh de cih digirin 116 ye û wiha got: “Divê bi lêpirsînên bibandor bê derxistin holê bê ka mirinên biguman çawa pêk hatine û berpirsiyariya kê di vê yekê de heye.”
Berfîn Elçî da zanîn ku ev dane tenê yên ku wan bi derfetên xwe tomar kirine û axaftina xwe wiha dawî kir: “Li gor daneyên me 6 jin birîndar bûne. Têkildarî êrîşa zayendî yan jî tacîzê tomarên 4 jinan hene. Ji bo 3 jinan revandin û desteserkirin hatiye ragihandin, 2 ji van tomaran bi îdiaya êrîşa zayendî jî cih girtiye. Di şert û mercên ku tundî ji ber zext, gef, girêdayîbûna aborî û damxekirinê nayê ragihandin de, divê li ber çavan bê girtin ku jinên li derveyî tomaran mane jî hene.”







