Ji bo hestiyên li şikefteke Farqînê biryara keşfê
- 13:01 24 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Şandeyeke ku ji cendirme, AFAD û saziyên sivîl pêk tê, ji bo ku di şikefta 3 qat a ku kilox û hestî tê de hatibûn dîtin keşfê bikin çûn Farqînê.
Di şikefteke 3 qat a li navçeya Farqînê ya Amedê de kilox û hestî derketibûn holê û ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatibûn tomarkirin. Şandeyeke ku ji Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê û Baroya Amedê pêk dihat, di saetên sibehê de ber bi cihê şikeftê ve ket rê.
Hate hînbûn ku tîmên cendirme û AFAD jî ji bo keşfê çûn herêmê. Hat zanîn ku ji ÎHD, OHD û Baroya Amedê jî andamek wekî çavdêr di nava xebatên keşfê de cih bigire.









