Hana Kamkar qamçîkirina jinan şermezar kir
- 12:40 24 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Stranbêj û lîstikvana Îranî Hana Kamkar, li dijî pêkanîna cezayê 74 qamçiyan ê li ser stranbêj Parastû Ahmadî û 4 hunermendên din nerazîbûn nîşan da.
Performanseke muzîkê ya stranbêja Îranî Parastû Ahmadî ku du sal berê li nav dîwarên avahiya dîrokî ya "Xanê Deyr-Gachin" hatibû tomarkirin û li ser înternetê bi milyonan caran hatibû temaşekirin, veguherî dozeke sûcî. Di encamê de, stranbêj û endamên koma wê rastî cezayê lêdana qamçiyan hatin.
Stranbêj û lîstikvana Îranî Hana Kamkar, li dijî gavên darazê yên li hember Parastû Ahmadî û 4 hunermendên din, nerazîbûna xwe anî ziman. Hana Kamkar di vîdyoyeke ku li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir de, bi awayekî tund û bi hêrs ji rayedarên Îranê pirsî: "Hûn çi dikin? Wan çi sûcek kiriye? Gelo wan tiştekî ji bilî mirovahî, şahî û bedewiyê belav kirine ku niha heq dikin bi qamçiyan bên cezakirin?"
Dîroka vê dozê vedigere Kanûna 2024’an
Daxuyaniya Hana Kamkar piştî ragihandina wê yekê hat ku cezayê qamçiyan li ser Parastû Ahmadî û çar hevalên wê hatiye pêkanîn. Dîroka vê dozê vedigere Kanûna 2024’an, dema ku konsereke zindî ya stranbêj Parastû Ahmadî ku li nav karvanserayeke dîrokî hatibû tomarkiri, hat weşandin. Di wê performansê de, ew bêyî hîcaba mecbûrî û bi hevrêtiya komek muzîkjenên mêr derketibû pêşberî kamerayê. Ev yek bû sedem ku rayedar li wan doz vekin.









