TJA'yê serdana kedkarên mandalîna kom dikin kir

  • 15:52 19 Mijdar 2026
  • Rojane
ÎZMÎR- Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de,TJA bi karkerên jin ên ku li baxçeyê mandalînan li Gümüldürê dixebitin re hatin cem hev; di hevdîtinê de bal kişandin ser pêwîstiya dîtina keda jinan, baştirkirina şert û mercên kar û xurtkirina piştevaniyê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de çalakiyên xwe didomîne. Di hevdîtineke bi jinên ku li baxçeyekî mandalîna li herêma Gumuldur a Îzmîrê dixebitin re, beşdaran guh dan behsa şert û mercên kar û daxwazê jinan. Çalakvanên TJA'yê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê di civînê de amade bûn.
 
Civîn bi bangewaziyeke ji bo yekkirina daxwazên jinan û berfirehkirina têkoşîna li dijî îstismarkirina kedê bi dawî bû.