Navenda Jiyana Jinan a Dîcleyê hat vekirin

  • 15:48 19 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED- Şaredariya Yenîşehirê Navenda Jiyana Jinan a Dîcleyê vekir.
 
Şaredariya Yenîşehîrê li gorî hewcedarî û pêşniyarên jinan Navenda Jiyana Jinan a Dîcleyê li Taxa Dîcleyê vekir. Navend dersên pilates û yogayê, kursên hunerên destan û atolyeyên dirûnê pêşkêş dike. Dayikên Aştiyê, aktivistên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên navçeyê, Komeleya Jinan a Rosa û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn. 
 
Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag di merasîma vekirinê de axivî û got, "Em ê hilberîn û xebata hevbeş bidomînin."
 
Piştre, aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demirel mafê axaftinê girt û got, "Em ê têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta serdestiya mêr bidomînin."
 
Jinan qurdeleya vekirina navendê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" birî. Piştî vê yekê, ew ketin navendê û govend gerandin. 
 
Cûrbecûr bernameyên perwerdehiyê dê werin pêşkêş kirin.
 
Navenda ku hate vekirin, armanc dike ku hevgirtina di navbera jinan de xurt bike û wan bi rêya hilberîna hevkar rolek çalaktir di jiyana civakî de bigire.