Jinên rojnameger: Divê medya perçeyekî têkoşîna li dijî tundiyê be

  • 12:31 16 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û Pisporên Medyayê yên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê gotin ku divê medya ji qonaxa tenê ragihandina nûçeyên tundiya li ser jinan, derbasî qonaxa şirîkek çalak a di têkoşîna li dijî vê tundiyê de bibe.
 
Di nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, ajansa NUJINHA'yê bi rêya platforma Zoomê civîneke diyalogê ya herêmî li dar xist. Di vê civînê de komek rojnamevanên jin ên navdar, pisporên medyayê, nûnerên rêxistinên jinan û çalakvanên ji seranserê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li hev kom bûn.
 
Ev diyalog ji bo bersivdana pêdiviyek lezgîn hate destpêkirin: afirandina qadek hevpar a nîqaşê ku hevgirtina di navbera jinan de xurt bike û danûstandina ezmûnên pîşeyî û pratîkî di navbera kesên di warên medya û mafên mirovan de çalak in, li seranserê herêma Rojnamevan û Pisporên Medyayê yên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (MENA) hêsan bike.
 
Di çar rûniştinan de gelek mijar hatin nirxandin
 
Di civînê de çar mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Rojnamevan û edîtora ajansa NUJINHA'yê Malva Mihemed, rûniştina yekem vekir û bal kişand ser rastiya tundiya li dijî jinan û bandora şer û pevçûnên berdewam ên li ser rewşa wan. Piştre rûniştina duyem ji aliyê rojnamevana Tûnisî û edîtora ajansa me Zihûr El-Meşreqî ve hat birêvebirin. Wê mînakên girîng ên têkoşîn û berxwedana jinan li hemberî zehmetiyên heyî anîn ziman. Di rûniştina sêyem de, rojnamevana Mexrîbî û edîtora ajansê Henan Herêt, behsa berpirsyariya medyayê kir û da zanîn ku divê pirsgirêk û çîrokên jinan bi awayekî rast û dadperwerane bên ragihandin. Di rûniştina çarem de, rojnamevana Misirî Esma Fathî bal kişand ser zimanê medyayê û tekezî li ser pêwîstiya analîzkirina qalibên hişk (stereotip) û nêrîna baviksalarî ya di nûçegihaniyê de kir. Esma anî ziman ku ev gavek e ber bi avakirina gotareke medyayî ya dadperwertir û agahdartir a derbarê pirsgirêkên jinan de.
 
Pêkhateya tundiyê û mercên aştiyek dadmend
 
Derbarê rastiya tundiya li dijî jinan û bandora şer a li ser jiyana wan de, rojnamevan û edîtor Malva Mohammed destnîşan kir ku têgihîştina tundiya li dijî jinan di dema şer de hewce dike ku ji nêrîna ku ew tenê bandorek alî ya kaosê ye derbas bibin û wiha got: “Di şûna wê de, divê wek amûrek ku bi xwezayî bi pergala pevçûn û dînamîkên desthilatdariyê ve girêdayî ye bê fêmkirin. Şer cudakariya yasayî û aborî ya ku jin di dema aştiyê de pê re rûbirû dimînin zêde dikin, bedenên wan vediguherînin qada şer. Ji bo şerm û parçekirina civakan rewşek ku ji hêla çandek paşverû ve bêtir tê tevlihev kirin ku kesên sax mane ceza dike. Wekî din, ‘aboriya şer’ girêdayîbûna madî û lawaziya jinan bikar tîne û hêza aborî dike pêkhateyek bingehîn a parastinê.”
 
‘Pêdivî bi vegerandina medyayî ya berpirsyar heye’
 
Malva Mohammed da zanîn ku dema pevçûn bi dawî dibin, dûrxistina jina a heyî pir caran tê hilberandin, jin têne derxistin û fikrên wan tevî rolên girîng ên ku wan di dema krîzan de lîstine tên paşguhkirin. Malva ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê, başbûn û edalet divê li ser peymanek civakî ya nû bê avakirin ku belavkirina desthilatdariyê ji nû ve saz dike. Ev veguherîn bi tenê bi dabînkirina karûbaran nayê bidestxistin. Her wiha pêdivî bi vegerandina medyayî ya berpirsyar ku binpêkirinan di çarçoveya wan a siyasî de bêyî ku jinan tenê wek ên dibin hedef kêm bike bi cih bike heye. Ya herî girîng, beşdariya watedar a jinan di biryardan û danûstandinên aştiyê de misoger bike. Ji ber aştiyek ku cudakariyê ji nû ve hilberîne ne aştiyek adil e.”
 
‘Jin tên paşguhkirin’
 
Rojnamevan û edîtora Tûnisî Zihûr El-Meşreqî diyar dike ku şer û pevçûnên li herêmê, nîşan dane ku jin di dema qeyranan de ‘lehengên rast’ in. Tevî rewş pir hesas e, jin pir caran hemû berpirsyariyê digirin ser milên xwe û got: “Di nûçegihaniya medyayê de jin li gorî mêran tên paşguhkirin û dûrxistin. Jin pir caran di çarçoveya ên bêparastin de tên nîşandan û wek tenê li penageh û parastinê digerin tê dîtin.”
 
Zihûr El-Meşreqî derbarê pêvajoya têkoşîna jinan de da zanîn ku jinên li herêmê ji ber ferasetên civakî yên dûrxistin û cudakarî, rûbirûyê zehmetiyên mezin bûne. Zihûr ragihand ku ezmûna Tûnisê wek mînakek ji têkoşînek ku bi demê re bipêş ketiye nîşan dide û got: “Ev têkoşîn di salên 1940’î de bi daxwazên ji bo azadiyên kesane û damezrandina komeleyan dest pê kir û piştre, hem berî û hem jî piştî serxwebûnê, veguherî beşdariyeke çalak a di jiyana siyasî û sivîl de.”
 
‘Bi derxistina Yasaya Rewşa Kesane pirzewac hate qedexekirin’
 
Zihûr El-Meşreqî destnîşan kir ku ev rêwîtî bûye sedema bidestxistina destkeftiyên dîrokî û wiha pê de çû: “Yek ji wan a herî girîng, ‘Yasaya Rewşa Kesane’ ya sala 1956’an e ku pirzewac qedexe kir û mafên hevberdanê bi rêya dadgehê û mafên girtina zarokan (wesayet) anî holê. Her wiha di salên 1970’yî de, tevî hemû nîqaşan, bi saya hewldanên tevgera jinan, kurtaja bi ewle bû yasayî. Ev gav wekî mijareke tenduristî û xweseriya bedenî hate dîtin. Her wiha, di sala 2017’an de ‘Yasaya Organîk a Hejmar 58’ ji bo rakirina tundiya li dijî jinan hate derxistin. Ev yasaya dawî, pênaseya tundiyê berfireh kir da ku tundiya aborî, siyasî û derûnî jî bigre nava xwe û bi awayekî bi bandor dawî li bêcezatiya kesên tundkar anî.”
 
‘Rola jinên Kurd ji piştgiriyeke sade wêdetir çûye’
 
Zihûr El-Meşreqî her wiha behsa ezmûna jinên Kurd kir û wiha vegot: “Dîroka têkoşîn û berxwedana wan, mînakeke berbiçav a fedakariyê ye. Rola wan ji piştgiriyeke sade wêdetir çûye. Ew ji bo ku ax, nasname û mafên xwe biparêzin, li eniyên pêş bûn.”
 
Zihûr El-Meşreqî bal kişand ser rola lehengî ya şervanên jin a di rûbirûbûna DAIŞ’ê de û parastina herêmên xwe û got: “Jinên Kurd nîşan dane ku ew dikarin têkoşîna azadiyê bi doza jinê re bikin yek. Ev ezmûn bûye alîkar ku statuya jinan wekî hevparên bingehîn di biryardan û avakirina civakê de bên piştrastkirin û wan veguherandiye sembolek cîhanî ya wêrekî û îradeya bêdawî li hember zilm û marjînalîzekirinê.” Zihûr El-Meşreqî her wiha pesnê wêrekiya jinên li Sûdanê da û got ku êşên wan dişibin êşên jinên li Xeza û Yemenê û bal kişand ser rola wan di eşkerekirina sûcên destdirêjî û organîzekirina însiyatîfên mafên mirovan de.
 
Bal kişand ser êrîşên ku jinên Filistînê rastî tên
 
Rojnamevana Filistînî Nexem Keracê, di çarçoveya mijara destdirêjiyê de, bal kişand ser pirsgirêkeke krîtîk ku pir caran tê paşguhkirin û destavêtina jinan li hember dayîna alîkariyên mirovahî ya li Filistînê. Nexem behsa çend bûyerên belgekirî kir û di nav wan de, destavêtina jinekê ji aliyê xebatkarekî alîkariyê ve piştî ku jinê ji bo wergirtina dermankirina bijîşkî serî lê dabû û her wiha destavêtina jinebiyekê ku daxwaza piştgiriya darayî kiribû. Wê tekez kir ku eşkerekirina van binpêkirinan û rûbirûbûna wan, bi qasî hewldana ji bo tevlîkirina jinan a di peywirên biryardanê de girîng e.
 
Bijartina peyvan berpirsyariyeke pîşeyî û etîk e
 
Rojnamevana Mexrîbê û edîtora ajansa NUJINHA'yê Henan Herêt, pirsek bingehîn a gelo medya çawa dikare ji rewşeke ku tenê nûçeyên tundiya li dijî jinan radighîne, veguhere hevparê çalak ê têkoşîna li dijî vê tundiyê? anî rojevê. Di vê çarçoveyê de wiha got: “Nûçegihaniya medyayê pir caran di çarçoveya hûrgiliyên bûyereke taybet de asê dimîne ku sernivîsan dagir dike û bala raya giştî dikişîne. Lê gava pêla destpêkê ya berteka gel kêm dibe, ev mijar jî winda dibe. Ji ber vê yekê, pêwîstiyeke lezgîn heye ku rojnamevanî ji pirsa ‘Çi qewimî?’ wêdetir biçe û pirsên kûrtir û bi bandortir bipirse. Wek lêkolîna sedemên bingehîn ên tawanan, asta gihîştina jinan a ji bo parastinê, valahiyên di mekanîzmayên destwerdanê de û pêşhatên piştî bûyerê.”
 
‘Divê rojnamevan civakê hişyar bikin’
 
Henan Herêt destnîşan kir ku rola rojnamevaniyê tenê ne ew e ku raya giştî agahdar bike ka tundiyek pêk hatiye û got: “Divê alîkariya raya giştî bike da ku ew fêm bikin ka çi şert û merc dihêlin ku diyardeyeke wiha berdewam bike. Divê saziyên ku ji bo parastin û pêşîlêgirtinê berpirsyar in, hesabê bi pirsin. Cûdahiyeke mezin di navbera weşandina nûçeyeke demkurt û derbarê êrîşekê de heye. Amadekirina naverokeke rojnamevanî ya kûr ku aliyên cihêreng ên vê diyardeyê eşkere dike, sedemên wê yên kûr vedikole û encamên wê yên berfirehtir dinirxîne.”