Parêzer û dosta gelê Kurd Era Purnama Sarî koça dawî kir
- 15:27 13 Mijdar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û çalakvana mafên mirovan a Endonezyayî Era Purnama Sarî, di 39 saliya xwe de piştî têkoşîna bi pençeşêrê re koça dawî kir. Sarî bi têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan û piştevaniya xwe ya bi azadiya Abdullah Ocalan re dihat nasîn.
Parêzer û çalakvana mafên mirovan a Endonezyayî Era Purnama Sarî ku piştgirî da kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 39 saliya xwe de koça dawî kir.
Era Purnama Sarî, parêzer û parêzvana mafên mirovan ku bi têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan û mafên mirovan li Endonezyayê û piştgira kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’ tê nasîn, piştî têkoşînek dirêj a bi pençeşêrê re, koça dawî kir. Merasîma cenazeyê Era Purnama Sarî, di 11ê Mijdarê de li gundê wê li Sumatra Rojava pêk hat.
Era bi mafên jinan hat naskirin
Era Purnama Sarî ku ji bo pejirandina yasayek bi armanca ji holê rakirina destdirêjiya li parêzgeha Jambî ya Endonezyayê kampanya meşand, bi xebata xwe ya di warê mafên jinan û mafên mirovan de xwe nîşan da. Di sala 2021’an de, Era Purnama Sarî ji aliyê Hevpeymaniya Rojnamevanên Serbixwe (AJI) ve ji bo Xelata Trimurti ya ji bo wêrekî û pabendbûna xwe ya bêdawî ya ji bo parêzvaniya mafên mirovan, hatibû bijartin.
Li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan derket
Era Purnama Sarî ku ew jî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ye, piştgirî da kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’. Di hevpeyvînek berê de, Era Purnama Sarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan mîna ‘sûcek mezin ê li dijî mirovahiyê’ bi nav kir û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku berpirsyariyên xwe bicîh bîne.







