SOHR: Di du hefteyan de li 50 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 12:50 14 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka meha Mijdarê û vir ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê, 43 jê sivîl tevahî 50 kes ji ber kêmahiya ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka meha Mijdarê vir ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê 50 kesan ji ber kêmaniya ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de 43 sivîl, di nav wan de 2 jin û 14 zarok, her wiha 7 kesên nesivîl jî hebûne. Ev hejmar asta xetereya li ser jiyana rojane ya sivîlan nîşan dide.
 
SOHRê diyar kir ku ev hejmara mezin a kuştinan ji ber encama hedefgirtina rasterast, guleyên bêserûber û teqîna mayînan û bermahiyên şer çêbûne.
 
SOHRê destnîşan kir ku êrişên ku ji hêla şaneyên çeteyên DAIŞê ve têne destpêkirin, ji ber valahiya ewlehiyê ya berdewam û nebûna qanûn û rêziknameyê, yek ji gefên herî girîng ên li ser jiyana şêniyan e.
 
Her wiha mayîn û bermahiyên şer ji bo cotkaran, zarokan û kesên ku vedigerin deverên xwe gefeke mezin e.