Tevgera jinên Efgan banga azadiya helbestvan Mûjde Ozbek kir
- 12:27 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera ‘Banga Jinan a ji bo Wekheviyê’ fikarên xwe yên li ser rewşa helbestvan û mamoste Mûjde Ozbek a Tirk, anî ziman û xwest tavilê û bê berdan û ewlehiya wê bê mîsogerkirin.
Li Efganistanê, fikarên ku mafên mirovan ji ber zextên li ser dengên serbixwe û kesên afirîner didomin, zêde dibin. Di rewşa heyî de, azadiya derbirînê û ramana serbixwe, bi rêya girtina kêfî bûne sûcên cezayî. Ev binpêkirinek eşkere ya azadiya derbirînê û mafên bingehîn ên mirovan pêk tîne.
Banga berdanê hate kirin
Endamên tevgera ‘Banga Jinan ji bo Wekheviyê’ bi daxuyaniyekê girtina Mûjde Ozbek ji aliyê hêzên îstîxbarata Talîbanê ve wek binpêkirina mafên jinan ragihandin. Komê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û komên azadiya ramanê kir ku rewşa helbestvan û perwerdekar Mûjde Ozbek, ji nêz ve bişopînin. Ji bo berdana wê ya tavilê û bê şert û merc tedbîran bigirin û ewlehî û rehetiya wê di dema girtinê de garantî bikin.
Mûjde Ozbek ji aliyê Talîbanê ve hate girtin
Mûjde Ozbek, helbestvan, nivîskar û perwerdekara bi eslê xwe Tirk e, li gundê Hezarbax ê navçeya Xwaca Gar a parêzgeha Takhar ji aliyê hêzên îstîxbarata Talîbanê ve hate girtin. Mûjde Ozbek piştre sewqî Taloqan navenda parêzgehê hate kirin. Çavkaniyên nûçeyan berê ragihandibûn ku sedemên girtina wê helbestên wê yên ku polîtîkayên Talîbanê rexne dike û têkiliyên wê bi endama berê ya Senatoya Efganistanê û keça Abdul Reşîd Dostum, Rahîla Dostum re bûn.
Derbarê rewşa wê de tu agahî nîne û malbat bi fikar e
Hevjînê Mûjde Ozbek jî di heman demê de hate binçavkirin, çend roj şûnda hate berdan. Tevî ku nêzîkî du meh di ser girtina wê re derbas bûne jî, tu agahîyên teqez û serbixwe li ser tenduristî, cihê ku Mûjde Ozbek lê ye, an jî gelo ew bi malbata xwe re dinava têkiliyê de ye an ne, tune ne. Radyoya Azadî, di nûçeya xwe ya ku xwe dispêre çavkaniyên pêbawer, ragihand ku Mûjde Ozbek dema ku li Dibistana Navîn a Keçan a Gewher Şad Begum li navçeya Xaja Xar ders dida hate binçavkirin û paşê birin navenda parêzgeha Taxar. Li gorî van çavkaniyan, malbata Mûjde Ozbek ku dayîka pênc zarokan e, ji rewş û çarenûsa wê gelek bi fikar e. Rayedarên Talîbanê heta niha derbarê girtinê de ti daxuyanî nedane an jî sûcên li dijî wê eşkere nekirine.







