Dadgehê cezayê girtîgehê û 2 sal qedexeya ji mafên civakî da Ferîba Esedî
- 12:23 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana sivîl Ferîba Esedî ku li Kerecê dijî û di çarçoveya xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatibû girtin, rastî cezayê girtîgehê û gelek cezayên din hat.
Li gorî raporên mafên mirovan ên hatine weşandin, çalakvana sivîl Farîba Esedî ji ber sûcên ‘civîn û komplo’, ‘li dijî ewlehiya neteweyî tevgerîn’ û ‘beşdarbûna xwepêşandanan’, hat cezakirin. 6 sal cezayê girtîgehê li Farîba hat birîn. Dadgehê her wiha ji bo Farîba Esedî, biryara qedexeya derketina derve ya 2 salan, endametiya wê ya di kom û rêxistinên civakî de û xebata wê ya di saziyên giştî an dewletê de, da.
Doza çalakvana sivîl jê dihat darizandin di 7’ê Îlonê de li Şaxa Duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Kerecê, bi serokatiya Dadwer Sebzevarî hate dîtin.
Bi kefaletê hatibû berdan
Ferîba Esedî ya nişteciha Kerecê, di 26’ê Çile de ji aliyê hêzên îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatibû girtin. Piştî girtina wê, ew sewqî Girtîgeha Keçûyî ya Kerecê hate kirin û piştî nêzîkî sê mehan girtinê bi kefaleta 3 milyar Tûmenî hat berdan.
Cezayê 6 sal ê girtîgehê yê mijara gotinê, di demek ku sûcdariyên li dijî Ferîba Esedî rasterast bi xwepêşandan û çalakiyên sivîl ve girêdayî bûn de, hate dayîn. Her çend agahdariya ku di derbarê dozê de hatiye parvekirin de hûrgiliyên belgeyên dadwerî û delîlên zelal ên parastina bersûc tune ne jî, rayedarên dadwerî hîn jî daxuyaniyek serbixwe derbarê bingeha biryarê nedane.
Ferîba Esedî berê ji ber çalakiya xwe yên sivîl, rastî zextên dadwerî û girtinê hatibû.







