Li Şîliyê 'Tora Jinên Paşeroja xwe Dihûnin' nexşerêya xwe diyar kir
- 12:21 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna du rojî de xebatên rêxistinî, armanc û perspektîfa têkoşîna vê Tora Jinên Paşeroja xwe Dihûnin li Şîliyê hatin nirxandin û ji bo xebatên paşerojê nexşerêyek hevpar hate diyarkirin.
Civîna herêmî ya Tora Jinên Paşeroja Xwe Dihûnin, di 14 û 15’ê Mijdarê de li bajarê Santiago paytexta Şîliyê, hate lidarxistin.
Ev tor li Şîliyê bi navê “Tora Piştgirî û Hevkarî bi Tevgera Jinên Kurd re (REDAAS)” tê naskirin û ji 10 rêxistin û gelek kesên serbixwe yên ji bakur, navend û başûrê Şîliyê pêk tê. Ev tor kokên xwe ji “Komîteya Piştgiriya Jinên bi Kurdistanê re” digire. Piştî banga avakirina torê û Konferansa Bogotayê, ev avahî gavên nû avêtin û dest bi zelalkirina forma xwe ya rêxistinî û perspektîfa têkoşînê kir.
Di civînê de analîzek li ser rewşa siyasî ya heyî, di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, hate kirin. Her wiha li ser armancên torê li Şîliyê nîqaş hatin kirin û nexşerêyek hevpar hate amadekirin. Di nav armancên hatine diyarkirin de, firehkirina torê û pêşxistina xebatên perwerdeyê wekî armancên demkurt û amadekirina planeke xweparastinê wekî armanceke dema navîn cih girtin.
Di daxuyaniya dawî ya civînê de, jinan îradeya xwe ya ji bo pêkanîna têkoşîneke hevpar li hember şert û mercên siyasî û civakî yên heyî anî ziman.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em di 14 û 15’ê Mijdarê de li ser vê axê, ku bi zorê jê re dibêjin Şîlî, civiyan. Armanca me nirxandina vê yekê bû ku gelo tora ku em tê de dixebitin û ava dikin û ku beşek ji Tora Jinên Paşeroja Xwe Dihunin e, çawa dikare bersiva dema ku em tê de dijîn bide.
Em bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re rû bi rû ne. Ev şer di navbera hêzên hegemonîk û gelan de tê meşandin. Tundî û hovîtiya êrîşan her ku diçe zêdetir dibe û bi awayên cuda xwe nîşan dide. Şerê psîkolojîk, ekstraktivîzm, endûstriyalîzm û êrîşên baviksalarî yên li dijî jinan û kesên LGTBIQ+, ji çek û stratejiyên ku ji aliyê desthilatdariyan û hişmendiya serdest ve tên bikaranîn in. Ev çek û stratejî bi armanca zêdekirina berjewendiyên xwe, hilweşandin û perçekirina berxwedana civakê tên bikaranîn.
Em peyman û hevbendiyên faşîst û siyonîst ên rastgirên tundrew şermezar dikin. Ev hêz şert û mercên jiyanê xirabtir dikin û ji bo kontrolkirina hêza veguherîner a ciwanan stratejiyan pêş dixin.
Di vê çarçoveyê de, em balê dikişînin ser rola ku jinan di dîrokê de di parastina axa xwe, rêxistinkirina civakên xwe û domandina jiyana wan de lîstiye. Em bawer dikin ku heke em bikaribin cîhanê biguherînin, dikarin şoreşekê jî ava bikin. Di vê civînê de me biryar da ku li hember vê rewşê bi hev re rawestin, tora xwe xurt bikin û armancên zelal destnîşan bikin. Ev armanc dê rê li ber me vekin ku em rêyek hevseng a rêxistinî û têkoşînê ava bikin.
Em li hember desthilatdariya hegemonîk wekî dengekî seferberker radibin û li dijî hişmendiya kolonyalîst, lîberal û baviksalarî têdikoşin. Em şoreşa jinên cîhanê, ku armanca wê misogerkirina jiyaneke azad ji bo hemû gelan e, wekî asoyê xwe dibînin. Em bawer dikin ku ev armanc bi diyarkirina stratejiyên hevpar dikare pêk were.
Armanca me ew e ku vê pêşketina domdar veguherînin stratejiyeke demdirêj. Ji bo vê yekê, em dixwazin bi rêxistinên herêmî re hevkariyên rêxistinî pêş bixin û ji bo amadekirina planeke hevpar a xweparastina cewherî hewldaneke hevbeş bidomînin. Ev plan dê derfetê bide me ku em di astên cuda de bi awayekî çalak xwe birêxistin bikin û jiyana civakî ava bikin.
Bi rêya vê hevdîtinê, me ji ser axa xwe gaveke din avêt da ku em alîkariya hûnandina vê torê bikin. Ev toreke ku li çar aliyên cîhanê tê hûnandin e û armanca wê ew e ku em bi hev re ber bi xewn û armancên xwe ve bimeşin.
Ev ê bibe rêwîtiyeke demdirêj. Lê belê, em bawer in ku bi parastina têkiliyên xwe, xurtkirina hişmendiya kolektîf, nêzîkkirina pratîkên xwe bi hev re, domandina têkiliyên xwe yên kûr bi axa xwe re û parastina rêxistinbûna xwe, em dikarin pêş ve biçin.”







