Bîranînên pakrewanan ên li Colemêrg û Îdirê didomin
- 12:42 9 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Colemêrgê di roja duyemîn de bi serdanên girseyî didome.
Bi pêşengiya Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) a Colemêrgê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bîranîn tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Dogu Palacê ya li taxa Baglarê ya li navenda Colemêrgê di roja duyemîn de bi tevlibûna bi hezaran kesan berdewam dike.
Di bîranînê de li ser giyanê şehîdan dia hatin xwendin. Gelek peyamên sersaxiyê yên ji derveyî welat, Fransa, Engiltere, Belçîka hatine, hatin xwendin.
Dayîkên Aştiyê yên Geverê û malbatên şehîdan yên Çelê jî tevli bîranînê bûn.
Bîranîn wê îro di saet 18:00'an de bidawî bibe.
Îdir
Bernameya bîranînê ku ji aliyê Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ve hate organîzekirin û li Mala Şînê ya Ozgur a li Taxa Ozgurê ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir. Gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.







