Xwendekarên Girkê Legê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

  • 12:53 9 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî zimanê kurdî, xwendekar û malbatên wan ên li bajarê Girkê Legê li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan û li gundê Girê Pirê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de daxwaza misogerkirin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hat kirin.
 
Xwendekar û malbatên xwe yên li bajarê Girkê Legê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de ji bo zimanê kurdî û daxwaza misogerkirina perwerdeya bi zimanê dayikê, li pêşiya Rêveberiya Dibistanan a li bajêr çalakiyeke protestokirinê li dar xist.
 
Di çalakiyê de ji hêla xwendekara bi navê Hêlîn Umer ve daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 14 salan ve ji refa yekê heta zanîngehê xwendekar bi zimanê kurdî dixwînin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî cîhanî ye û ji bo hemû gelan biryara dayîna vî mafî hatiye dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryara wezaretê li hember gelê Kurd û xwendekaran zilm e, ew hewldaneke ji bo standina vî mafî ye û ew vê yekê qebûl nakin.
 
Xwendekar û malbatên xwe daxwaz ji Rêveberiya Dibistanan a li bajarê Girkê Legê kir ku dengê wan bigihîne aliyên peywendîdar û Wezareta Perwerdeyê.
 
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku biryara têkildarî zimanê kurdî bê guhertin, li dibistanan zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
 
Rêveberiya Dibistanan a Girkê Legê jî da zanîn ku ew ê daxwazên xwendekar û malbatên wan bigihînin aliyên peywendîdar.
 
Têkildarî heman mijarê xwendekarên gundê Girê Pirê yê Girkê Legê bi daxuyaniyekê biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê red kir, daxwaza rêzdayîna li hemberî taybetmendiyên gelê Kurd û misogerkirina mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê kurdî kir.
 
Daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Zeyneb Iniz ve li pêşiya Dibistana Şehîd Rustem Ebû Zir a li gund hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em vê biryarê qebûl nakin, em daxwaza rêzdayîna li hemberî gelê Kurd dikin, divê rêzdarî ji bo mafê me yê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê wezaret ji biryara xwe vegere, zimanê kurdî bibe zimanekî fermî. Di dawiya daxuyaniyê de xwendekaran da zanîn ew ê heta pêkanîna daxwazên wan, çalakiyên xwe bidomînin.