Bîranîn: Li Parîsê vegotina bîra Kurdî ya bi wêne, muzîk û dîrokê
- 13:10 5 Îlon 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşangeha ‘Bîranîn’, ku ji sê mehan xebata li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, li Parîsê deriyên xwe vekir. Pêşangehê, li ser bîranîn, rojane û serpêhatiyên mirovên Kurdistanê, ji aliyê du rojnamevanên jin ve hatiye amadekirin.
Pêşangeha ‘Bîranîn’ ku li ser Kurdistanê ji perspektîfa rojnamevanan radiweste, li Maison de la Conversation a Parîsê hat vekirin. Projeya pêşangehê ji aliyê rojnamevan û damezrînerên medyaya serbixwe Nesali, Alice Moritz û Nesrine Cherifati ve hatiye amadekirin.
Moritz û Cherifati sê mehan li Bakurê Kurdistanê derbas kirine ji bo ku pirsgirêka Kurdî, jiyana rojane û serpêhatiyên mirovên herêmê tomar û nîşan bidin. Van jinan lêkolîn kirine, fîlm kişandine û nivîsandine. Lê “Bîranîn” tenê encama van rapor û dokumentan nîşan nade; li ser tiştên ku di paşperdeya rojnamevaniyê de dimînin jî radiweste.
Tiştên ku di raporê de nayên dîtin
Di pêşangehê de wêne, dîroknasî, dîroka herêmê, kartografî, vîdyoyên dokumenter û arşîv cih digrin. Armanc ew e ku temaşevan tenê encama dawî ya raporekê nebîne, her wiha rastî û serpêhatiyên ku di dema xebata li qadê de tên jiyîn, bibîne. Li gorî organîzatoran, piştî her dokumenter û her raporê de bi sedan saetên xebata qadê, şevên li mala mirovên herêmê, axaftinên spontan û dîtinên rojane hene. Ev bûyerên biçûk ku carna di raporên klasîk de cih nagirin, di “Bîranîn”ê de dibin beşek ji çîrokê.
Muzîk, dans û bîranîna kolektîf
Navê pêşangehê bi xwe jî girîng e. Di Kurdî de bîranîn bi bîranîna tiştên borî û parastina serpêhatiyan re têkildar e. Ji ber vê yekê, proje bîr tenê wekî tiştên di arşîvê de mane nade, her wiha têkiliya bi muzîk, dans û çîrokên mirovan re dide.
Di merasîma vekirinê de muzîkvanek Kurd hebû
Deza Amed ku muzîka kevneşopî ya Kurdî pêşkêş dike, bi stran û melodiyan bîranîn û çîrokên gelê Kurd dighîne nifşên nû. Her wiha dansvan, lîstikvan û aktîvîstê Kurd Juan-Golan Elibeg performansa dansê pêşkêş dike.
Jin di nav çîroka Bîranînê de
Yek ji aliyên balkêş ên projeyê ew e ku li pişt vê xebatê, du rojnamevanên jin hene. Alice Moritz û Nesrine Cherifati ne tenê temaşevanên çîroka Kurdistanê ne. Ew bi xwe sê mehan li qadê xebitîne, bi mirovan re rûniştine, guhdarî kirine û serpêhatiyên wan tomar kirine. Di vê wateyê de, “Bîranîn” dikare mîna hewldanek bê dîtin ku
dengên carna ji nav medyaya klasîk tên dûrxistin, vegerîne nav çîroka sereke.
Pêşangeh heta dawiya Îlonê vekirî ye
“Bîranîn” ji 17’ê Tebaxê heta 30’ê Îlona 2026’an li Maison de la Conversation ya Parîsê tê dîtin. Di çarçoveya pêşangehê de di 5’ê Îlonê de bazarek hilberînerên Kurd tê lidarxistin û di 10’ê Îlonê de jî beşên dokumenteran dê werin pêşandan û civînek li ser mijarên Kurdistanê dê bê lidarxistin.







