Lêgera edaletê Nezhet Mirrazî li Îranê hat binçavkirin

  • 13:09 5 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lahîcanê yê Îranê, Nezhet Mirrazî ya dayîka du kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan, piştî parvekirina vîdyoyeke bi boneya rojbûna kurê xwe hat binçavkirin.
 
Nezhet Mirrazî ya dayîka du kesên ku di xwepêşandanên li Îranê de jiyana xwe ji dest dan û yek ji kesayetên navdar a malbatên ku lêgerîna edaletê dikin, duh li Lahicanê hat binçavkirin.
 
Li gorî raporên nûçeyên hatin weşandin, Nezhet Mirrazî piştî parvekirina vîdeoyeke ku bi boneya rojbûna kurê xwe Îmad Şûş ê di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da, hat binçavkirin.
 
Li aliyê din, hat ragihandin ku komekî malbatên li rojhilatê Gîlanê lêgerîna edaletê dikin, dixwestin bi boneya rojbûna Human Sabbagh ê jiyana xwe ji dest da li Lahicanê li hev kom bibin. Lê belê hat diyarkirin çalakiya bîranînê ya dihat plankirin li ser gora wî bê lidarxistin, ji ber zextên îstîxbarat ewlehî û hêzên dewletê pêk nehat.
 
Du kurên xwe di xwepêşandanan de winda kir
 
Helbestvan, lîstikvanê şanoyê û muzîkjenê ji Lahîcanê Elî Şûş, di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku di sala 2022’yan de li Îranê dest pê kiribû de, jiyana xwe ji dest da.
 
Kurê din ê Nezhet Mirrazî Îmad Şûş jî di 8’ê Çileya 2026’an de di xwepêşandanên li Lahicanê de di encama gulebarana rasterast a hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest da.