Li Stenbolê pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn
- 13:44 5 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL - Li navçeyên Kuçukcekmece û Ataşehîr a Stenbolê ji bo pakrewanên têkoşîna azadiyê bernameya bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin."
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Stenbolê ji bo pakrewanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku li dever û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Kuçukcekmece û Ataşehîrê yên Stenbolê bernameya bîranînê hatin lidarxistin.
Malbatên pakrewanan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyên bîranînê bûn.
Li Kuçukcekmeceyê bername li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên pakrewanan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl hatin danîn. Li eywanê pankarta “Şehîd Namirin” hate daliqandin.
Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl diyar kirin ku ew ê her dem xwedî li şehîdên xwe derkevin û tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin.
Piştî axaftinan li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dike, hate temaşekirin û bername bi xwendina mewludê bi dawî bû.







