'Qanûna Çarçoveyî ji bo jinan zemîna têkoşînê ye'

  • 09:04 30 Tebax 2026
  • Rojane
STENBOL - Endama EHP’ê Esra Akin, diyar kir ku qanûna çarçoveyî ya 12 salî ya hat aşkerakirin mafê jinan berfireh nake, metneke ku piştî çekberdanê pêvajoyên hiqûqî û înfazê sererast dike ye û wiha domand: “Ev qanûn ne nokteya dawiye, destpêka rêya diçe aştiyê ye. Ji bo jinan ya girîng ev e ku, bi vê qanûnê qada siyasî ya hatiye vekirin, veguhere zemîna têkoşînê ya maf û azadiyê.”
 
Nîqaşên der barê sererastkirina qanûnî ya nû ya ji 12 salî pêk tê didome. Her wiha pêvajo di alî jinan de tê çi wateyê ji nûneriya jinan re çiqas qadê vedike jî wek pirsnîşaneke krîtîk derdikeve pêş. Ji helwesta giştî ya partiyan wêdetir, li ser maseyên ku biryar tên girtin jin çiqas cih girin û di mekanîzmayên nû yên tên avakirin de jin çawa cih digirin mijara nîqaşê ye. 
 
Endama Partiya Tevgera Kedê (EHP) Esra Akin qanûna çarçoveyî ya 12 xalan di alî jinan de tê çi wateyê û pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Jin ne şopdarên aştiyê, kirdeya aştiyê ne’
 
Esra Akin diyar kir ku jin encamên şer raste rast dijîn û ji ber vê aştî ji bo jinan gelek girîng e û kêmasiyên qanûnê wiha anî ziman: “Qanûna çarçoveyî ya 12 salî ya hat aşkerakirin mafê jinan berfireh nake, metneke ku piştî çekberdanê pêvajoyên hiqûqî û înfzê sererast dike ye. Lê em vê ne wek enamekê wek destpêkeke diçe aştiyê digirin dest. Aştî ne rewşeke ku diyariyê jinan bê kirinê ye. Jin neçarin bibin kirdeya pêvajoyê û pêvajoyê mayînde bikin.”
 
‘Neamadekirina tevlibûnê kêmasiyek esas e’
 
Esra Akin bi lêv kir ku di pêvajoya amadekirina qanûnê de nêrînên jinan baş esas nehatine girtin û got hedefa esas berfihrekirina vê qadê ye. Esra Akin ev tişt diyar kir: “Amadekirina pêvajoyê ku bi zelalî û tevliker nehatiye meşandin, di metnê de jî xwe daye der. Lê nêzîkatiya me ne ku em li pêş pêvajoyê bisekinin, armanca me berfirehkirina qada demokratîk e. Di civakeke ku jin ne wekhev bin, di qada siyasî û civakî de ne xwedî gotina wekhevbin aştiyeke mayîn de jî ne pêkane.”
 
‘Nûneriya wekhev nikare ji îradeya mêr re bê hiştin’
 
Esra Akin destnîşan kir ku çarçoveya pêvajoyê de di mekanîzmayên tên avakirin de divê nûneriya wekhev bikeve bin ewlehiya qanûnî û wiha berdewam kir: “Çareseriya mijara 100 salî tê axaftin û divê siyaseta serdest ya mêr a 100 salî ji nû ve neyê hilberandin. Tevlibûna jinan nikare ji niyeta baş re bê hiştin. Komîsyonên tên avakirin divê nûneriya wekhev li hemû qadan bike bin ewlehiya qanûnî.”
 
‘Divê dawî li pêkanînên qeyûm bên’
 
Esra Akin wiha dawî lê anî: “Divê demildest gavên qanûnî bên avêtin. Divê dawî li nîqaşkirina mafên ku jinan bi têkoşînê bi destxistine bê anîn. Divê mafên heyî bên berfirehkirin. Divê nûneriya wekhev û qadê biryarê yên jinan neyên xespkirin. Divê dawî li rejîma qeyûm bê anîn. Divê qanûnên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bê kêmasî pêk bên.”