Li Sîhiyan jiyan: Ji zozanan ber bi zeviyên pembû

  • 09:03 29 Tebax 2026
  • Ked/Aborî
SÊRT - Kesra Tîlkî ya ji ber pisgirêka debarê bi salane diçe zozanan û karkeriya çandiniyê ya demsalî dike, diyar kir ku îro jî ji ber zîpikê berhemek baş negirtine.
 
Li gundê Sîhiyan a Misirc a Sêrtê, welatî bi bi çandina genim, ceh, nîskan û her wiha bi sewalkariyê debara xwe dikin. Gundî her wiha ji ber pirsgirêkên aboriyê neçar dimînin wek karkerên demsalî biçin bajarên din.
 
Kesra Tîlkî ya li gund dijî, şopa têkşoîna jiyanê bixwe re dihewîne. Kesra Tîlkî ku zarokên xwe bi zor û zehmetî û barê giran mezin kir, ji bo debara malbata xwe bike 7 salan derket zozanan, piştre li bajarên cuda pembo kom kir. Kesra Tîlkî daxuyakirin ku ji ber qerekola di nav gundê wan de bi rehetî nikaribûn gazî zarokên xwe bikin û wiha domand: “Li gorî berê şer hinek baş bûne. Lê pirsgirêkên debarê hilberînê didomin. Me sewalên xwe firot û berê xwe da çandiniyê. Ev du sale ji ber zipikê berhemên me pir kêmin. Tirî, behîv, simak û hirmiyên me pir kêm bûne.”
 
‘Me her cureyê zehmetiyê kişand’
 
Kesra Tîlkî wiha dawî lê anî: “Gundê me xweş e, lê hatineke me tuneye. Me pir zehmetî kişand. Zarokên me biçûk bûn. Niha li gorî berê rewş hinek din baştire. 300-400 pezê me hebû. Em 7 salan çûn zozanan.Piştre em wek karkerên demsalî çûn bajarên cuda me pembo kom dikir.”