Ji bo bibîranîna cangoriyê azadiyê serdana girseyî

  • 20:40 26 Tebax 2026
  • Rojane
QERS - Li navçeya Sariqamişê ji bo Yasîn Tilki (Baz Serhed) ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest da, bernameya bibîranînê hat lidarxistin.
 
Li navçeya Sariqamişê ya Qersê ji bo Yasîn Tilki (Baz Serhed) ku di sala 2018’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Endamên rêxistinên parêzgeh û navçeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya Gelan (DEM Partî) ya Qersê û gelek welatî beşdarî bernameya bibîranînê bûn. Beşdarbûna girseyî bi dua û sersaxiyê bi dawî bû.
 
Bernameya bibîranînê ya ji bo Yasin Tilki dê sê rojan bidome.