Ji Wanê banga seferberiyê hat kirin

  • 19:30 19 Çile 2026
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê û SMO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd yê Rojava meş hat li darxistin. Welatiyên ku tev li meşê bûn diyarkirin li pişt van êrişan dewleta Tirk heye û gotin: “Ev êriş ne tenê li ser Rojava ne, li ser hemû gelê Kurd in, heke Rojava winda bike dê hemû Kurd winda bikin.”
 
Li Wanê li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê û SMO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd yê Rojava meş hat li darxistin. Welatiyên ku tevli meşê bûn bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew êriş planên dewlata Tirk in, li ser gelê Kurd xeteriya komkujiyê heye û gotin: “ Gere em Kurd hemû bibin yek, em van êrişan şermezar dikin, emê her tim li gel gelê Rojava bin, em ê bi serkevin.”