Meclîsa Hesekê: Bi propagandayê dixwazin bajêr vala bikin

  • 21:33 19 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Bajêr a Hesekê ragihand ku bi propagandaya êrişeke gengaz a li ser bajêr hewl tê dayin ku tirsê bikeve nava gel û bajar bê valakirin.
 
Meclisa Bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin alî propagandayên xerabker belav dikin ku êrişeke muhtemel li ser bajêr heye. Armanca ji van propagandayan xistina tirsê di nava şêniyan û valakirina bajêr e.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bawerkirina van propagandayan derbekirina ewlehiya civakê û têkbirina aştiya navxweyî ye, armanca wê jî dizîn û talankirin e.
 
Meclisê bang li şêniyên bajarê Hesekê kir ku nekevin pey van propagandayên derew. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC û QSDˊê parastina taxan bi moralekî bilind dikin.