Parêzer li dijî êrîşên polîsan meşiyan

  • 20:59 19 Çile 2026
  • Rojane
WAN - Parêzeran, li hember êrîşa polîsan û binçavkirinên di meşa li dijî êrîşên li ser Rojava de, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” ber bi Midûriyeta Polîsan ve meşiyan.
 
Li  Wanê, polîsan êrişî meşa Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ku xwestin li dijî êrîşên HTŞê yên li ser Rojava li dar bixin, kir û 54 kesan ku di nav wan de gelek siyasetmedar û parêzer jî hebûn, binçav kir. Parêzerên li Wanê jî ji bo bertek nîşan bidin, ji Dadgeha Wanê ber bi Midûriyeta Polîsan ve meşiyan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
 
Piştî meşê parêzeran hewl dan ku bikevin hindirê midûriyetê da ku bi muwekîlên xwe yên ku di bin çavan de ne re hevdîtin bikin, lê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan qada li ber qereqola polîsan dorpêç kirin, nehiştin parêzer bikevin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Parêzer û gelek welatî li ber midûriyetê benda berdana kesên hatine binçavkirin in.
 
Heta niha hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurd hatine berdan. Pêvajoya girtina îfadeya welatiyên din didome.