Li Bakur dê sibe li gelek deveran meş bê lidarxistin

  • 19:05 19 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê dê li gelek navendan meş û daxuyanî pêk bên.
 
Li ser banga seferberiyê ya ji bo Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyê li Bakûr û Tirkiyê, dê sibê li gelek navendên cuda meş û daxuyanî werin pêkanîn. Meşên di pêşengiya saziyên civakî û partiyên siyasî de pêk tên, dê li Stanbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Wan, Riha û gelek deverên din werin domandin.
 
Bernameya çalakiyan a sibê wiha ye:
 
Stenbol
 
*20’ê Çile roja sêşemê seat 19.30’an de li ber Balyozxaneya Sûriyê daxuyanî tê li darxistin.
 
*21ê Çile roja çarşemê li ber Lîseya Albay Şaîr a Sultangaziyê meş û daxuyanî tê lidarxistin.
 
*22yê Çile roja pêncşemê li Taxa Fatîhê ya Bagcilarê meş û daxuyanî tê li darxistin.
 
*24ê Çile roja şemiyê li Qada Aksarayê heta Saraçxaneyê meş tê li darxistin.
 
Wan
 
*20’ê Çile roja sêşemê li navenda Wanê meşek ji Sebze Halî heta Qada Bajar tê li darxistin.
 
Riha
 
*20’ê Çile li navçeya Wêranşarê ya Rihayê meş tê li darxistin.
 
Colemêrg
 
*20’ê Çile li Navçeya Geverê ya Colemêrgê dê meşek bê li darxistin.
 
Sêrt
 
*20’ê Çile roja sêşemê li Sêrtê meş tê li darxistin.
 
*20’ê Çile roja sêşemê li Edeneyê dê meş bê lidarxistin.
 
*20’ê Çile roja sêşemê dê li Enqere û Îzmîrê jî çalakî bên li darxistin.
 
Bedlîs
 
*20’ê Çile roja sêşemê li pêşiya avahiyê rêxistina DEM Partiyê meş were lidarxistin.”