Foza Yusif: Ji bo hertiştî amade bin
- 17:45 19 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Serokatiyê PYD’ê, diyar kir ku Şam agirbestê pêk nayne û got, "Divê gel ji bo hemû bûyeran hişyar û amade be. Em bang li hêzên Kurdî dikin ku seferberiyeke giştî îlan bikin."
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusuf, di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku Şam agirbesta ku îlan kiriye pêk nayne û got, "Li Şedadiyê û Eyn Îsayê şer û pevçûn berdewam dikin. Ji ber vê yekê, divê gelê me ji bo hemû tiştî hişyar û amade be.
Wekî din, ji ber ku Kurdên li Rojava bi gefa qirkirinê re rû bi rû ne, em bang li hêzên Kurdî dikin ku seferberiyeke giştî îlan bikin."







