‘Em li dijî êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêdeng namînin’

  • 21:53 16 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Platforma Saziyên Demokratîk li Îzmîrê êrîşên li ser Sûriye û  Rojava şermezar kir û diyar kir ku li Rojhilata Navîn çareserî “Manîfestoya Civaka Demokratîk” e.
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Çîmentepe Konak a Îzmîrê derbarê êrîşên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Em piştgirê rojava ne” hatin bilindkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng namînin. Çareserî di manîfestoya civaka demokratîk de ye” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Li ser navê platformê Hevserokê DEM Partî yê Konakê Bahattîn Ozel daxuyanî xwend.
 
Bahattîn Ozel diyar kir ku modela civaka demokratîk ya ku li Rojava li dar e, temsiliyeta pêkvejiyana gel, bawerî û çandan e û got: “Ev model, bi me dide nîşan ku pêkvejiyan pêkan e û rasterast li holê ye ku Rojhilata Navîn a ku bi sedan sala ye şer, înkar û bi yekperestiyê tê bi rêvebirin, pêşerojeke demokratîk pêk tê. Li Rojhilata Navîn çareserî di “Manîfestoya Civaka Demokratîk” de ye. Rojava modeleke demborî nîne, li hemberî kêşe û şerên cîhanî rêya aştiyê li ber me vedike. Ancax bi modela Rojava aştî pêk were, lewma jî Rojava bûye hedefê desthilatdariyan.”
 
Bahattîn Ozel di dawiya daxuyaniyê de wiha bang li raya giştî kir: “Em hemû rêxistinên girseyî, ked û pîşeyan vedixwînin parastin û piştevaniya gelên Rojava. Bêdengiya li hemberî sûcên mirovî, şirîkatiya vî sûcî bi xwe ye.”
 
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.