Li dijî êrîşan bertek: Em Rojava ne!
- 18:54 16 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî êrîşên li Helebê hatin li darxistin de wiha hate gotin: “Em Rojava ne. Yên li dijî Kurdan dilîzin bila bizanibin ku wê Kurd bibin qiyameta wan.”
Li gelek bajaran êrîşên HTŞ’ê li dijî taxên Helebê hatin şermezarkirin.
Mêrdîn
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve meş pêkhat. Bis edan kes li ber avahiya PTT ya Yenîşehîrê hatin gel hev û hetaParka Karayollari meşiyan.
Piştî meşê hevserokê DEM Partî ya Artuluyê Mehmet Bîngul axivî û da zanîn ku ew êrîşên li dijî Kurdan qebûl nakin û got yên mirovan bi çavsorî qetil dikin nikarin ji gelên Rojava û Sûriyeyê re pêşengiyê bikin.
Em Rojavan e
Hevserokê DBP’a Mêrdînê Abdulselam Turan jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd li Rojava di bin êrîşa zîhniyeta DAIŞ’ê de ye û got: “Em Rojavane. Yên li dijî Kurdan dilîzin bila bizanibin ku wê Kurd bibin qiyameta wan. Em Rojavane, Şêxmeqsûdin, Eşrefiye û Kobanê ne.Bila her kes vê wisa bizanibe.”
Parlementera DEM Partiyê Salîh aAydenîz jî da zanîn ku bi êrîşan mafê mirovan û demokrasî xistine bin lingan û bang li hemû kesî kir ku li alî demokrasiyê cih bigirin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.
Agirî
Li Agiriyê jî Komeleya Mafê Mirovan li Kolana Cumhuriyetê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Agît Îlboga ve hat xwendin. Polîsan xwestin meşa girseyê asteng bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rawestandina êrîşan ji bo îstîkrara herêmê ferze û got divê Tirkiye dest ji nêzîkatiyeke ku daxwazên rewa red dike, berde.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
Sêrt
Li navçeya Misircê ya Sêrtê li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşekî girseyî hate lidarxistin. Meşa ku li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Misircê hat destpêkirin heta Şaredariya Misircê domand. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina Rojava, xwedî derketina mirovahiyê ye. Rojava wijdan e, azadî û berxwedan e. Nayê teslîmgirtin” hat hilgirtin û dirûşmên “Rojava Rojhilat, Kurdistan yek welat e”, “Rojava ya me ye, rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê yê Misircê Naîl Asma axivî û diyar kir ku komên tarî yên ku li Rojava qetlîam kirin, bêyî ferqê bixin nava mêr û jinan êrişî jîngehên sivîl kirin û ev tişt got: “Divê bê zanîn ku azadiya Rojava ne ya Kurdan tenê ye, temînata pêşeroja hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em ji dil bawer in ku bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dê li herêmê aramiyê pêk bê.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” ve bi dawî bû.
Colemêrg
Li Gever a Colemêrgê jî bi pêşengiya DEKUP’ê êrîş hatin protestokirin. Gelek kes tevli meşê bûn û ji ber avahiay DEM Partiyê heta navenda Zagros Îş meş pêk hat.
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin axivî û da zanîn ku Tirkiye hêzê de dide çeteyan û got ew êrîşên li dijî bedenên jinan şermezar dikin. Oznur Bartin daxuyakirin ku ew bêdeng namînin û wê têkoşînê mezin bikin.
Hevseroka DEM Partî ya Geverê Şeyla Bellîer jî axivî û destnîşan kir ku HTŞ sivîlan hedef digire û gelan qetil dike.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







