Li Îranê agahiyên şahidan:Birîndar li nexweşxaneyan tên qetilkirin

  • 21:34 14 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiya şahidan, li gelek nexweşxaneyên Îranê birîndarên xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve têne qetilkirin, yan jî revandin. Tê diyarkirin ku ji ber ku li Tehranê hejmara kesên hatine qetilkirin, zêde ye, cenaze nayên tespîtkirin.
 
Şahidên bûyeran li ser nêzîkatiyên hêzên rejîma Îranê ya li beramberî birîndarên xwepêşandanên gelên Îranê agahiyan bi Radyayo Ferda re parve kirine.
 
‘Gelek birîndar li nexweşxaneyan tên qetilkirin’
 
Karmendekî tendirustiyê li parêzgehên başûrê Îranê ji radyoyê re ragihandiye ku hejmarek gelek zêde ya xwepêşanderan hatine kuştin, gelek ji wan bi birîndarî hatibûn binçavkirin. Her wiha eşkere kiriye ku gelek birîndar li nexweşxaneyan ji aliyê hêzên rejîmê ve tên kuştin û cenazeyên wan di beramberî 700 milyon tûmenan de didin malbatan.
 
‘Birîndar tên revandin’
 
Her wiha şoferekî taksiyê jî li Kerecê ji radyoyê re ragihandiye ku dema bijîşkek li wesayîta wî siwar bûye bi çavên rondik ve jêre gotiye ku dema birîndar digihînin nexweşxaneyê, efserên hêzên Îranê yekser dikevin nava nexweşxaneyê, birîndaran di avêjin nava wesayîtên barhilgir û direvînin.
 
‘Hejmara kesên tên qetilkirin zêde ne’
 
Keça parêzerê mafê mirovan Ebdulfetah Sultanî, Mande Sultanî, kuştina mamê xwe Elî Dêhfanî piştrastkiriye û dibêje; “Hejmara miriyan li Tahranê ewqas zêde ne, tu nikarî heya 5 rojan cenazeyek nas bibînî.”
 
Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
 
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, di nava 18 rojan de 18 hezar û 434 xwepêşander hatine binçavkirin.
 
Her wiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 2 hezar û 403 xwepêşander hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 12 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin heya niha hezar û 134 xwepêşander jî birîndar bûne.