Li Pirsûsê dê êrîşên li ser Rojava bên şermezarkirin

  • 13:02 14 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sibê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li navçeya Pirsûsê êrîşên li ser Rojava bên şermezarkirin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê dê sibê bi armanca piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê meş û daxuyanî bê lidarxistin. Meş dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên bajarên herêmê û rêxistinên sivîl li Qada Komarê ya Pirsûsê dest pê dike.
 
Platformê bang li tevahiya gelê Rihayê kir ku beşdarî çalakiya bi dirûşma, “Rojava hêvî ye, wijdan e: Gelê Rojava ne bi tenê ye” pêk tê, bibe.