Kesên ku li Helebê jiyana xwe ji dest dan li Kobanî hatin veşartin

  • 13:36 13 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Pênc şervanên ku li taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hatin oxirkirin.
 
Şervanên YPJ'ê Amara û Leyla Qasim, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Ziyad Heleb û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Malik û Brûsk Muxarac, ku di encama êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de hatin qetilkirin, li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanî hatin veşartin. Di merasîma cenazeyê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin" û "Ey şehîd, xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin.
 
Di merasîma cenazeyê de, ku bi hezaran kes beşdar bûn, axaftin li ser girîngiya têkoşînê hatin kirin, di heman demê de bêdengiya cîhanê ya li hember komkujiyê jî hate protestokirin.