Li Colemêrgê ji bo Helebê daxuyanî
- 16:20 13 Çile 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Platforma Ked û Demokrasiyê ku li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da, banga li dijî komkujiê bi berpisiyarî tevbigerin kir.
Li Colemêrgê, Platforma Ked û Demokrasiyê li ber avahiya şaxa sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek da. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin" hat vekirin.
Berdevka Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê Ayhan Taş diyar kir ku êriş nayên qebûlkirin. Taş got: "Em banga xwe ya ji bo yekîtî û hevgirtina karkeran, biratî û wekheviya gelan, aştî û têkoşîna ji bo jiyaneke demokratîk û azad li dijî çeteyên cîhadîst dubare dikin. Em bang li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê, rêxistinên karkeran, partiyên siyasî û hêzên demokratîk dikin ku berpirsiyariya pêşîgirtina li komkujiya li Sûriyeyê bigirin ser xwe."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.







