Dê li melayê bêrêzî kir gilî bê kirin
- 13:16 13 Çile 2026
- Rojane
NAVNEDA NÛÇEYAN -Çalakvan û xelkê Silêmaniyê dijî bêrêziya li hemberî jin û şervanên jin çalakiyek lidarxistin û gotin; “Îro em ê li dadgehê giliyê melayek bikin, ji ber ku berovajiyê hemû yasa û olan, bêrêziyê hemberî şervanên jin dike.”
Bi dehan çalakvan û xelkê Silêmaniyê li ber deriyê serokatiya Dadgeha Silêmaniyê kombûn û bêrêziya hemberî şervanên jin ya ji aliyê hinek melayên Başûr ve şermezar kirin.
Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan Dana Nurî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Emê îro li Dadgeha Silêmaniyê giliyê melayek bikin. Ji ber ku berovajiyê hemû yasayên navneteweyî û ol, bêrêzî li hemberî cenazeyê şervanên şehîd dike. Ew melayê ku em ê giliyê wî bikin, êrişên çekdaran ên ser taxên Kurdan û komkujiyan rewa dike.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Çeteyên DAIŞ’ê hemberî gelê me xwedî planên mezin û metirsîdarin, yasayên navneteweyî binpê dikin û kesên sivîl ku di nav de jin û zarok jî hene, qetil dikin. Divê hikumet, Wezareta Ewqaf û aliyên peywendîdar rê li peyamên kesên bi nerênî di axivin bigirin. Divê rê nedin medya van peyamên ku zirarê dide derûniya welatiyan belav bikin.”







