Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye
- 17:04 9 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera înternetê ya Yenî Ozgur Polîtîka ji aliyê şîrketa ji DYE’yê NameBright ve hate astengkirin. Rojname bi navê qadeke nû ya weşanê wê dewam bike.
Malpera înternetê ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka 4’ê Çileya 2026’an ji aliyê şîrketa ji DYE’yê NameBright ve hate astengkirin. Hate diyarkirin ku şîrketê di agahiyeke fermî neda rojnameyê, biryara dadgeheke Tirk weke hincet nîşan da û sansur pêk anî.
Malpera Yenî Ozgur Polîtîka li seranserî cîhanê hate astengkirin. Rojnameyeke ku navenda wê Elmanya ye û weke qanûnî weşanê dike. Tevî vê yekê jî hate hedefgirtin, ev yek asta binpêkirina li dijî azadiya çapemeniyê nîşan da. Rêveberiya rojnameyê biryara şîrketê weke derhiqûqî nirxand.
Piştî astengiyê, Yenî Ozgur Polîtîka demek kurt bi navê qada nû dest bi weşanê kir. Rojname ji navnîşana www.ozgurpolitika.news weşana xwe didomîne.
Rêveberiya Yenî Ozgur Polîtîka ragihand ku li dijî sansurê, ew ê serî li rêyên hiqûqî bidin.







