Li dijî êrîşên hêzên Şamê banga piştevaniyê
- 19:18 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bertek nîşanî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê da û ji bo aştiyeke mayînde banga piştevaniyê kirin.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê, der barê êrîşên li ser taxên Kurdan yên li Helebê daxuyaniyek nivîskî da.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi fikar û xemgînin û banga rawestandina êrîşan kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wih hate gotin: “Ew di nava xemgînî û fikarên kûr de ne” û ev tişt parve kir: "Her çiqasî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê divê pergalek demokratîk ava bike ku hemû civakên etnîkî û olî yên li welêt dijîn di nav xwe de bigire jî; bi taybetî bi hêzên siyasî û leşkerî yên li qadê çalak in re diyalog û lihevkirinê de be, lê helwesta wê ya dijminane ya li hember civakan nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Nêzîkatiyên pragmatîk û berjewendîparêzî yên hêzên kûrewî û helwestên neyînî û wêranker ên aktorên herêmî cesaretê didin hikûmeta demkî; di vê rewş de hikûmet di hundir de hemû beşên ku wekî muxalîf û dijberê otorîteya xwe dibîne bi hovane êrîşî wan dike.
Di vê çarçoveyê de, em dixwazin bi taybetî bînin ziman ku mirovên ku bi zorê ji Efrînê hatine derxistin û neçar mane ku li Helebê bi cih bibin, di bin gef û xetereya komkujiyê de ne. Em dixwazin bi bîr bixin ku beşek girîng ji xwişk û birayên me yên Êzidî yên ku ji ber zexta DAÎŞ û rêxistinên terorîst neçar mane ku gundên xwe yên li Efrîn bihêlin, niha li Helebê dijîn. Em ji jiyana van kesan bi fikar in; em bi tundî tînin ziman ku hebûna wan di bin gefên qirkirinê de ye.
Ji ber vê yekê, em bang li hemû hêzên çalak ên li herêmê bi taybetî raya giştî ya demokratîk a navneteweyî dikin ku ji bo êrîş bên rawestandin, aştiyek mayînde pêk werebi awayekî şênber bikevin nava liv û tevgerê û bi civakên bindest, bêparastin û bi taybetî jî yên ku li Helebê di bin gefê de ne di nava tevkariyê de bin.”







